Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 xetxweşên Kurdistanê di rikeberiyên Qezwînê de biser ketin

21:21 - 18 Îlon 2016

Kurdistanmedia: 2 hunermendên xetxweş ên parêzgeha Îlam û bajarê Merîwanê ku di Çaremîn “Rikeberiya Dusalane ya Navnetewî” a xweş nîvîsandinê li parêzgeha Qezwînê pişikdar bûn, weke xweşnûsên herî baş li beşa xetê Neste’lîq hatine destnîşankirin.

Ligorî nûçeyên belavbûyî, di Çaremîn Rikeberiya Dusalane ya Navnetewî a xweşnûsiyê li parêzgeha Qezwînê, ku berwarê 6’ê Xermananê li hola “Se’idolseltenet”ê dest bi karê xwe kir û roja 25’ê heman heyvî dawî bi karê xwe anî, herd hunermendên Kurd weke xweşnûsên xeta Neste’lîq hatine destnîşankirin.

Di vê rikeberiyê de ku ji beşên curbicur ên weke Neste’lîq, Şikeste, Sols û Nesx pêk hatibû, 400 berhem ji hunermendên parêzgehên Îranê û herweha hunermendên bîhanî pişikdar bûn.

Hêjayî basê ye ku li parêzgeha Îlamê “Peyman Sadatnijad” û li bajarê Merîwanê jî “Yadigar Xeyam” ji aliyê heyeta daweran ve li beşa xetê Neste’lîq, bo pileya Yekem hatine destnîşankirin.