Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîd û pêşmergeyekî hizbê koça dawiyê kir

20:25 - 26 Îlon 2016

Kurdistan Media: Kesatiyê naskirî yê Çemê Mecîdxan ‘’Ehmed Umerbil’’ bavê şehîd Ceifer Umerbil û herweha bavê pêşmergeyê partiyê ‘’Mensûr Umerbil, koça dawiyê kir.

Li gor nûçyea gihîştî bi malpera Kurdistan Media, roja Şemî, 25’ê Îlona 2016’an li gundê Serçinar (Kelbe Rezaxan), Ehmed Umerbil, ji kesatiyên naskirî û welatparêzên devera çemê Mecîdxan bi sedema pîrbûn û nesaxiyê ve li jiyê 80 saliyê de koça dawiyê kir.

Termê navhatî li nav girseya xelkê deverê û bajarên din de her li gundê Serçinar’ê de bi xaka pîroz a Kurdistanê hat sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, behî û sersaxiyê ji malbat, xizm û kes û karên navhatî dike û xwe li xemên wan de bi şirîk dizane.