Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê weşana 10 kanalên Kurdî ragirtin

16:28 - 29 Îlon 2016

Kurdistanmedia: TURKSAT’ê li ser biryara hikûmeta Tirkiyê weşana 10 kanalên Kurdî dane rawestandin.

TURKSAT’ê şeva borî 28’ê Îlona 2016’an, 10 kanalên Kurdî dane sekinandin, ku di nava wan de kanalên pirr bîner ên wekî Jiyan TV, Zarok TV, Hayatin Sesî TV, û Van TV têne dîtin.

Partiya Demokratîk a Gelan jî derbarê vê biryarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hate gotin: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze wekî hemû qadên din, di aliyê medayayê de jî dengên cuda bifetisîne. Çend kanalên weke Azadi TV, Denge TV, Jiyan TV, Hayatın Sesi, TV 10, Van TV, Zarok TV ji satelata TURKSAT’ê hatine derxistin. Ew dîsa şaş difikirin. Dengê weşana azadiyê nahê birrin.”

Heya niha jî wan televîzyonan daxuyaniyên fermî belav nekirine.

Hêjayî basê ye ku piştî têkçûna derbeya leşkerî ya li Tirkiyê de, hikûmeta Tirkiyê cuda ji vê ku dest kiriye bi destbiserkirina wan kesên ku dest di derbeya leşkerî de hebûne, dest kiriye bi daxistina rojname û kovar û televîzyonên ku bi gotina wan alîgiriya derbeya leşkerî kirine. Di heman demê de, vê derfetê bi kar tînin, bo daxistina kovar û rojname û televîzyonên ku nêzî HDP’ê ne, û ji bo mafê Kurd kar û xebatê dikin.

Heya niha çendîn carî parlementoya Ewropayê û rayedarên welatên ewropayî û komeleyên mafê mirovan rayedarên Tirkiyê rexne kirine ku bi hêceta alîgiriya ji derbeya leşkerî mafê mirovan binpê dikin, û azadiya ramanê di gevriyê de difetisînin.