Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna navneteweyî deleta Sûdanê rexne kir

16:50 - 29 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Lêborîna navneteweyî di daxuyaniyekê de dewleta Sûdanê tometbar kir ku çeka kîmyayî bi kar aniye.

Li gora dawî raporan, dewleta Sûdanê, di çend mehên borî de, li dijî xelkê welatê xwe, çeka kîmyayî bi kar aniye, ku tenê di êrîşên meha Janwiyê de, zêdetir ji 200 zarokî bûne Qurbanî.

Şerê Darfûrê heyama 13 salan e ku di navbera dewleta nawendî ya Sûdanê, û neraziyên vê herêmê di gorê de ye, û bi vê sedemê ve heya niha zêdetir ji 200 hezar kes bûne qurbanî, û zêdetir ji 2 milyon kes jî bi sedema vê rewşê aware bûne. Di daxuyaniya lêborîna navneteweyî de hatiye ku li 8 mehên borî de, aliyê kêm, 30 carî êrîşa kîmyayî bo ser xelkê Darfûrê hatiye kirin, û dewleta nawendî bi berdewamî mijûlî şewitandina zewiyan, destdirêjiya berfireh û kuştin û bombebaranê bûye.

Serokê beşa lêkolîna alozî û qeyranan, li lêborîna navneteweyî de, derheq rewşa Sûdanê gotiye, ku tu tiştek di vî welatî de li çav sala 2004’an guherîn bi ser de nehatiye, û heya êrîşa kîmyayî ya dewleta nawendî bo ser xelkê Darfûrê, berfirehtir jî bûye, û şûnwarên gellek metirsîdar bi cih hiştine.

Herçend ku heya niha dewleta Sûdanê tu dijkiryarek di hemberî vê daxuyaniyê de ji xwe nîşan nedaye, lê lêborîna navneteweyî daxwaz ji dewletên cîhanê kiriye, ku zextê bixin ser dewleta Xartûmê, da ku dawiyê bi vê rewşê bîne, û rê bide aliyên pêwendîdar, ku çareseriya pizişkî bigehîne birîndarên Darfûrê.