Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina pere bi zorî ji dersxwanan dom heye

16:30 - 16 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Îdareya Perwerdehiyê ya rejîma Îranê di bajarê Melekşahî ya Îlamê de, belavokek belav kirin, û daxwaza pere ji dersxwanan kirin.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, serbarê rewşa nebaş ya hevwelatiyên Kurd, bi taybetî li bajarên sînorî ên Kurdistanê, berpirsyarên xwendingehên bajarê Melekşahî bi dersxwanan ragehandine ku dibe her yek ji wan 100 hezar Tûmenî bidin xwendingehê.

Berpirsyarên xwendingeha Nawendî ya “Nebowet” li bajarê Melekşahî bi dersxwanan ragehandine, ku her yek ji wan 100 hezar Tûmenî pere bidin xwendingehê, û yên nehînin, emê wan ji xwendingehê derxînin.

Di vê derheqê de, li bajarê Bokanê berpirsyarên xwendingehê bo navnivîsîna sala nû ya xwendinê, daxwaz ji malbata dersxwanan kirine ku dibe 100 hezar Tûmenî bidin xwendingehê.

Di beşa “A”, benda 2, ya madeya 13, ya carnameya cîhanî ya mafên aborî û civakî û çandî û perwerdehiya bêhember de, ku Îranê di sala 1975’an de naveroka wê pejirandiye, hatiye: “Perwerde û hîndekariya destpêkî, dibe bi zorî û bêhember (bi xurayî, belaş) be, û hemû civak bikare bi hêsanî mifahê jê wergire”.

Xemsarî û dabînnekirina têçûya xwendingehan, bona perwerdehiyê ji aliyê rejîmê ve, bûye sedema wê ku pere ji dersxwanan bê wergirtin, û heqdestê mamostayan jî kêm be.