Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Opozisyona Sûriyê derbeyeke leşkirî ya mezin li hêzên Rûsiya û Îranê xist

20:21 - 16 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Hêzên Artêşa Azad yê Sûriyê di operasyoneke taybet de karîn ku derbeyeke leşkirî ya mezin li hêzên Rûsiye û rejîma Îslamî ya Îranê li parêzgeha “Hema”yê bixin.

Nawenda nûçegihaniya “Orient news”ê di raporekî de eşkere kir ku, roja Înê berwarê 14’ê Çiriya Pêşîn ya 2016’an, hêzên Artêşa Azad karîn ku li parêzgeha “Hema” yê di operasyoneke taybet de 6 kes ji “Efser”ên artêşa Rûsiyê û çend kes ji terorîstên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê û herweha vergêrên di navbera wan du hezan de, bikujin.

Rapor bas ji vê dike ku di nava efserên artêşa Rûsiyê de ku li Hemayê hatine kuştin, efserek xwediyê pileya “Sertîp” bûye.

Rayedarekî Artêşa Azad di vê derheqê de ragehand ku, hêzên wan yên ewlekariyê di 3 heyvên derbazbûyî de liv û tevgerên leşkirî yên wan hêzên Rûsiye û Îranê xistine bin çavedêriya xwe de û piştre gelaleya êrîşa ser wan darêtine.

Ev fermandeya Artêşa Azad herweha tekez kir ku, êrîşên wan li dijî Rûs û terorîstên Îranê wê berdewam be û êrîşa wan ya vê carê, weke dilûpekî ye jî deryayekî.

Hevdem Hizbullaha Lubnanê jî ragehand ku, fermandeyekî serbazî yê wan bi navê “Ehmed Mezner” li Sûriyê hatiye kuştin.

Eva di demekî de ye ku ragehandinên ser bi rejîma Îsalamî ya Îranê jî ragehandin ku, “Ehmed Biyazî” yê Lubnanî, ku kesatiyekî şî’e meseb û nêzîk ji reîma Tehranê ye, di şer û pevçûnên Sûriyê de hatiye kuştin.