Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Brîtanya derbarê sepandina tehrîmên nû bi ser Rûsiye û Sûriyê de hişdarî dan

16:24 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Amerîka û Brîtanyayê roja borî, gef xwarin ku hevalbendên Rojavayî, renge li dijkirayra bi dorpêça Helebê, tehrîmên tund ên aborîbi ser Sûriye û Rûsiyê de, bisepînin.

Piştî hevdîtina roja Yekşemiyê ya Wezîrên Karê Derve û berpirsyarên 11 welatên dijberî Beşar Esed di Londonê de, Can Kirî û Borîs Canson, konferanseke çapemeniyê li dar xistin, û bas ji kirîza Sûriyê kirin.

Di vê konferansa çapemeniyê de, Can kirî kuştina sivîlan di Helebê de, wekî “cinateya li dijî mirovahiyê” bi nav kir, û ragehand: “Dewleta Obama li hemberî van êş û azarên ku xelkê Sûriyê ji destê Beşar Esed dikêşin, tu altirnatîvekê li ser maseyê hilnagire”.

Piştî bidawîhatina vê konferansê, Cankirî ragehand ku, di civîna Lozanê de, hinek îde ketin ber bas, ku renge piraktîzekirina van îdeyan, bibe sedema guhartina vê rewşê di Sûriyê de.

Her du aliyan di civîna xwe de, bas ji şerê di Yemenê de jî kirin, û ragehandin ku, em daxwaza agirbeseke bê şert û merc dikin, û piştre em dikarin gotûbêjê li ser aştiyê di vî welatî de bikin.

NY ragehandiye, ku di sala borî de, di dema êrîşa hevalbendiya bi rêbertiya Erebistanê, li dijî binkeyên Husiyan, zêdetir ji 6700 kesî, di Yemenê de hatine kuştin, ku 2 li ser 3, ji wan kuştiyan, xelkê sivîl in.