Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li hemberî zarokên qurbaniyê destdirêjiya “sex”, Xamineyî piştevanî da Qur’anxwînê xwe yê bê rewişt

21:08 - 17 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Se’îd Tûsî, Qur’anxwînê nêzîk ji rêberê rejîmê Elî Xamineyî, serbarê eşkerebûna destirêjiya cinsî ya wî bo ser aliyê kêm 5 zarokên Qur’anxwîn û bangder, hêj ji aliyê rêberê rejîma Îslamî ya Îranê ve tê piştevanîkirin.

Li gorî rapora newenda nûçegihaniya “Amed News”ê, serbarê eşkerebûna destdirêjiya “Sex” ya Mohemmed Gendomnijad Tûsî naskirî bi “Se’îd Tûsî”, ku Qur’anxwînekî nêzîk ji Elî Xamineyî ye, liser gazîkirina ofîsa rêberê rejîmê, di yekemîn roja Remazana Îsal de, navbirî di rêûresmekî de bi amadebûna Elî Xamineyî, Qur’an xwendiye.

Kiryara han ya ofîsa rêberê rejîmê bûye sebeba eşekerebûna piştevaniya herî zêde ya rêberê rejîma Îslamî ya Îranê ji navbirî û kiryarên wî yê qirêj û dije mirovahiyê, li hemberî bidûreçûnên yasayî yên malbata zarokên qurbanî.

Li gorî vê raporê, keysa Se’îd Tûsî ku bi “Gendeliya Exlaqî” û “Kiryarên dijî Êfet” û herweha “Xapandina zarok”ên Qur’anxwîn bona encamdana vî karê qirêj, li jêr navê hînkirina banga nimêjê û xwendina Qur’anê, ji sala 1391’an ve di dadgehên rejîmê de hatine vekirin, û sikalaya çendîn kesan liser e, lê bisedema peywendî û têkiliyên navbirî digel karbidestên payebilind yên rejîmê û li serweyî hemûya Elî Xamineyî, bi awayekî ecêb, piştî derbazbûna 5 salan, hêj yekalî nebûye.

Di wan çend rojên dawiyê de 2 kes ji wan nûciwanên ku 5 salan berî niha ji aliyê Se’îd Tûsî ve destdirêjî bo ser wan hatiye kirin, di hevpeyvînekî digel Dengê Amerîkayê de ragehandin ku, serbarê zêdebûna belgeyan, liser biryara Elî Xamineyî keysa wan hatiye sekinandin.

Ev 2 nûciwan dibêjin ku di dema sefera xwe bona xwendina Qur’anê bi mamosteyîya Se’îd Tûsî, navbirî di hemamê de destdirêjiya “Sex” kiriye ser wan.