Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerekî Zerdeştiyan di meclîsê de, li hemberî gotinên pêşnimêjê Îsfehanê de, nerazîbûna xwe anî ziman

17:13 - 22 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmeda: Nûnerê Zerdeştiyan di meclîsa Îranê de,li dijî gotinên pêşnimêjê Îsfehanê de,bi bîr anî, ku pêyrewê Zerdeşt yekta perest in. Wî ji ruhaniyan xwestiye ku rêz ji “Dînên Îlahî” bigrin, û nakokiyan çê nekin.

Dr. Îsfendiyar Îxtiyarî,nûnerê Zerdeştiyan di meclîsa Şêvra Îslamî de , di nameyekê sergirtî de bo pêşnimêjê Îsfehanê,bi tundî li dijî gotinên wî di roja nivêja Înê de nerazîbûnên xwe anî ziman, û ji wî xwest ku ji “dînên Îlahî “re rêzê daynê.

Nûnerê zerdeştiyan di meclîsê de, di nameya xwe de, ku ji nûçegîhaniya “ISNA” re jî şandiye, û “ISNA”yê jî ew yek eşkere kiriye,ji axûndê Îsfehanî re dibêje, “Mixabin we di roja 23’ê Rezbera 1395’an di nimêja Îsfehanê de,bi gotinên ecêb!Zerdeştiyên şerîf bi “dugane perest” bi nav kirine”.

Yûsuf Tebatebayînijad,di nimêja hefteya berê di Îsfehanê de gotibû: “Zerdeştî li ser vê baweriyê ne, ku di cîhanê de du Xwadê hene ku yek ji wan bona başiyan e, û yê din bona xirabiyan e, ku navê wan Yezdan û Ehrîmen in”.

Dînê Zerdeştî di Îranê de, yek ji wan dîna ye ku bi awayeke fermî hatiye naskirin,lê belê serbarê vê yekê jî, gellek ji axûnd û nawendên Îslamî,ji ayînên tarîxî yên Îranê wekî kifir û “Agir perestî” bi nav dikin.