Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Mihemed Elsilmî: “Dibe em li dijî destêwerdanên rejîma Îranê bisekinin”

17:05 - 23 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Serokê Nawenda Lêkolînên Îranî-Erebî Dr. Mihemed Elsilmî ragehand ku, dibe em li dijî mezinxwaziyên rejîma Îranê bisekinin, û ew destêwerdanên wan, nîşana lawaziya wan e.

Dr. Mihemed Elsilmî di gotarekê de li rojnameya “El-weten” ya Erebistanê de nivîsandiye: “Dema ku şoreşa sala 1979’an ya gelên Îranê ji aliyê axûndan ve hate dizîn, û Xomeynî karî sîsema Wilayeta Feqîh ava bike, “şandina derve ya şoreşê” kire, xeta stratjiya xwe.

Navbirî di vê derheqê de dibêje, hiloşîna rejîma Sedam Husên bû sedem ku rejîma Îranê destêwerdanên xwe, ji riya kirêgirtiyên xwe ve, di nava Îraqê de zêde bike.

Kirîza Sûriyê jî, ji caran zêdetir destê Îranê bona destêwerdanê vekirî hêla, ku armanca Îranê hem pêşîgirtina ji hiloşîna rejîma Beşar Esed, û hem jî berfirehkirina bazineya deshilata xwe di herêmê de ye.

Serokê Nawenda Lêkolînên Îranî-Erebî Dr. Mihemed Elsilmî di doma gotara xwe de îşare bi vê dike, ku rejîma Îranê bona serkevtina di van siyasetên xwe de, ji pilanên curbicur mifahê werdigre, û mixabin welatên Erebî jî tenê karê ku dikin, ew e ku carna ew agirê ku rejîma Îranê di herêmê de pêxistiye, ditemirînin.

Navbirî di dawiyê de, nîgeraniya xwe ji vê rewşê eşkere dike, û dibêje ku, dema vê hatiye em xwe ji vê rewşê rizgar bikin, û di fikra dorpêçkirina rejîma Îranê de bin.