Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşeke din li Şinoyê gihîşte cezayê xwe

20:50 - 16 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Di doma cezakirina caş û kirêgirtiyên rejîma Îranê de, caşeke din gihîşte cezayê îxanetên xwe.

Li gora nûçeyekê ku di vêblaga “Bazên Zagrosê” de belav bûye, Roja Sêşemiyê 25’ê Xezelwera 1395’an, (15.11.2016)’an, demjimêr 3’ê piştînîvro desteyek ji bazên nava bajarê Şinoyê, di nava goristana Şehîdan, û Mecîdabadê, caşek bi navê “Mistefa Weysî” naskirî bi “Mistefa Dirû” kurê Kerîm dane ber desrêja gulleyan, û ew gehandin cezayê îxanetên xwe.

Her di vê derheqê de, “Bazên Zagrosê” ragehandibûn, ku roja 13’ê Novemberê jî, demjimêr 1:30 deqeyan, wan caşek bi navê “Xefûr Selahî” dane ber gulleyan, û di encamê de navbirî bi giranî birîndar bû.

Her di vê rojê de, “Bazên Zagrosê” li Dizeya Mirgewer jî êrîşî ser mozelaneke besîcan kiribûn, û bi barandina agir bi ser vê mozelanê de, tirs û xofeke zaf xistin nava dilê wan kirêgirtiyan de.

“Bazên Zagrosê” radigehînin ku hekî binkeya wan di wir de bimîne, ewê derbên giran li wan bixin, û şûna wan jî li wir nahêlin.