Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke mêjîn ya PDKÎ koça dawiyê kir

14:46 - 22 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Şemsî Ferahenî naskirî bi “Pûre Şemê” endameke emegdar a PDKÎ, û xûşka du şehîdan, koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, êvariya roja Yekşemiyê 20.11.2016’an, endameke mêjîn a PDKÎ bi navê Şemsî Ferahenî naskirî bi “Pûre Şemê” keça Mihemed, xelkê herêma Pîranşarê, ser bi Teşkîlata Eşkere a Nawenda 2 ya PDKÎ, bi sedema kirîza mêjî, di temenê 75 saliyê de, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Raniye de, li Başûra Kurdistanê koça dawiyê kir.

Şemsî Ferahenî naskirî bi “Pûre Şemê” xûşka şehîdan “Îbrahîm û Qadir Ferahenî” û herwisa diya endameke emegdar ê PDKÎ bi navê “Hesen” bû. Herwisa zawayekî navbirî bi navê “Qadir hecî Ebdulla” di nava refên PDKÎ de şehîd bûye.

Di heyama zêdetir ji 30 salan de, Şemsî Ferahenî naskirî bi “Pûre Şemê”di gellek binke û baregehên PDKÎ û di gellek organên PDKÎ de, wekî dayîkeke welatparêz cihê baweriyê, û cihê hurmetê bû, û xizmet bi rêbaza PDKÎ kir, û hemû kadr û pêşmerge û malbatên wan, ku ew mirova pak û dilsoj nas dikirin, ew wekî “dayîk” bi nav dikirin, û rêz û hurmeteke bêhempa jê re hebûn.

Şemsî Ferahenî naskirî bi “Pûre Şemê” emega daykîniyê bi ser bi hezaran kesî de hebû, ku di qonaxên cur bi cur ên xebatê de, di nava refa PDKÎ de xizmet kiribûn, navbirî mînaka dayîkeke dilsoj û xwedî emeg e, ku di tewahiya salên derbideriyê de, li her cihê ku hizb li wir bûya, ew jî li wir bû.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karê navbirî, û xwe şirîkê xemên wan dizane.