Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdullah Şerefkendî koça dawiyê kir

15:13 - 24 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Ebdullah Şerefkendî, birayê Dr. Sadiq Şerefkendî û torevanê navdar yê Kurd Mamosta Hejar, li bajarê Mihabadê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî berwarê 23’ê Çiriya Paşîn a 2016’an, Ebdullah Şerefkendî, birayê Dr. Sadiq Şerefkendî, sekreterê berê yê PDKÎ û herweha Mamosat Hejar ê nûser, wergêr û helbestvanê navdar yê gelê Kurd, li bajarê Mihabadê çû ser dilovaniya xwe.

Ebdullah şerefkendî karmendê xanenişînkirî yê îdareya “Sebtê Esnad”ê bû, û dema karkirina di wî îdareyê de, çendîn caran ji aliyê karbidestên rejîma dîktator ya “Şah” ve daxwaz jê tê kirin ku, serê xwe bo xwastekên wan bitewîne, lê bi sedema vê ku navbirî daxwazên wan qebûl nake, dikeve ber kerb û kîna wan.

Ebdullah Şerefkendî mirovekî rûxweş û cihê rêz û hurmet û baweriya xelkê Bokan û derdorê bû.

Termê Ebdullah Şerefkendî di nava aporaya xelkê bajarê Bokan û derdorê de, bi axa pîroz ya nîştiman hate spartin.

PDKÎ di vê derheqê de sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe di xem û kovana jidestçûna wî de, bi pişikdar dizane.