Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kovara Foreign Policy: Têkiliyên di navbera Îran û girûpên Selefî-tekfîrî eşkere dike

14:49 - 2 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Kovara Foreign Policy di raporekî de, liser bingeha zaniyariyên dezgehên hewalgirî ên cîhanî, têkiliyên di navbera rejîma Îslamî ya Îranê û girûpên Selefî-tekfîrî di herêm û cîhanê de eşkere dike.

Di vê derheqê de Îdrîs Ehmedî yê mamostayê Zanistên Siyasî di zanîngeha Stokholm a serbajarê welatê Swêdê de, vê raporê şirove dike û derheq bi siyasetên rejîma Îslamîya Îranê li hemberî girûpên Selefî-tekfîrî, di 3 xalan de dibêje ku:

1- Piştî şikestxwarina DAÎŞ’ê li Îraq û Sûriyê, rejîma Îranê dixwaze di şiklê DAÎŞ’ê de, û li hundir sînorên xwe de, hêzekî ava bike bi merema domandina girjî û alozî û şerê tayfî di herêmê de, bona parastina berjewendiyên xwe yê herêmî û navnetewî, ji aliyeke din ve bona vê ku bikare opozisyon û netewa Fars li tirsê “Tehlûkeya selefiyetê” li dewra xwe kom bike, û hevdem valahiyê bixe navbera Kurdên Şî’e û Sune, bitaybetî bona rêgiriya ji nasyonalîzma Kurdî li Kirmaşanê, bona vê ku bi zeqkirina rola Erebistan û Suneyan liser Şî’eyan, pirojeya “Hîlal a Şî’e” bidomîne. Hevdem yek din ji meremên Îranê, eva ye ku cîhana derve bixe ser vê baweriyê ku Îran dikare şerê Selefiyên tekfîrî bike û xwe weke welatek bisûd derxe.

2- Rejîma Îranê dixwaze bi mifahwergirtina ji wan girûpan, hemû dijberên xwe û bitaybetî yên Çekdar bi terorîst bide nasîn, bona vê ku destê xwe ji hemû alaveke serkutê neparêze, û hevdem bîrûraya giştî ya cîhanê bo aliyê xwe rakêşe, da ku nekewin hizra çekdarkirina opozisyona Îranî.

3-Bitaybetî rejîma Îranê dixwaze li Kurdistana Rojhilat bi qasekî wan girûpên Selefî-tekfîrî bihêz bike ku, bi wekalet şerê pêşmerge bikin, di rastî de pîlana sereke û dirêjmideh ya rejîmê, dijkiryara li hemberî “Rasan”ê ye. Hevdem egera vê heye ku ev girûp êrîş bikin ser Herêma Kurdistana Îraqê jî.

Lewra hewce ye ku, sitratejiyek hevpar li Kurdistana Rojhilat û Başûr bê darêtin, bona dijkiryarên hewce li hemberî pîlanên rejîma Îslamî ya Îranê.