Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Ewlehiya Mirovî

13:03 - 7 Kanûna pêşîn 2016

Beşa Pêncemîn

Binpêkirina Ewlehiya Aborî

Sabir Ebdollahîzad

Pêşgotin


Yek ji hêmanên Ewlehiya Mirovî ku di Raporta Geşepêdana Mirov ya Programa Geşepêdana Rêxistina Netewên Yekbuyî de amajê pê hatiye kirin, Ewlehiya Aborî ye. Hiqûqa Navneteweyî bi giştî û bitaybet şaxa Hiqûqa Mafên Mirovan a Navnetewî, girîngiyek taybet didin maf û azadiyên aborî û li ser vê esasê jî piraniya belgenameyên navneteweyî û herêmî yêm girêdayî mafên mirovan, li ser maf û azadiyên aborî tekez dikin.

Armancê bingehîn a vê lêkolînê diyarkirina asta ewlehiya aborî ya Îranê li gor standardên mafên mirovan e. rejîma îranê heta çi astekê rêz ji wan mafan digre? û çend têkoşanê ji bo afirandina çarçoveyekê guncav ku têde jiyana aborî misoger be, dike? Ev pirs jî ji ber vê çendê tê rojevê ku berûvajî nifşa yekem a maf û azadiyan ku merçê bingehîn ji bo rêzgirtinê, qedexeya destwerdana dewletê ye, an ku pêwîste desthilat ji bo misogerkirina nifşa duyem ku mafên aborî û bitaybet mafê xebitînê jî li xwe digre, hin pêngavan weke erk û peywir bavêje. Li berdewamiya gotarê de, dê bersiva vê pirsê bê dayîn ka rejîma îranê heya çi astekê rêz ji mafên aborî yên xelkê îranê û bitaybet gelê kurd digre.

Kilîla Peyvan: Mafên Mirovan, Ewlehiya Mirovî, Ewlehiya Aborî, Kurd, Rojhilatê Kurdistanê

Pênaseya Ewlehiya Aborî

Di wêjeya aborî de yek ji perçeyên ewlehiya netewî, ewlehiya aborî ye. Mebesta vê şaxê ewlehiyê misogerkirina desthilata dewletê û dabînkirina budceya pêdivî ji bo rêvebirina kar û xebatên dewletê ye û ev beş bi tu awayî di vê gotarê de cih nagire. Lê di wêjeya hiqûqî de, têgeha Ewlehiya Aborî weke yek ji hêmanên bingehîn yê Ewlehiya mirovî, li du beşan pêk tê.

Peyva Ewlehî ku tê wateya azadiya ji gef û tirsê(Di her ast û qadê de) û Aborî ku tê wateya ekonomî, iqtisad û karûbarên kirrîn û firotinê yên tevahiya civakê. Dema ku ew du pevy li kêlega hevdu cih digrin, pênaseya herî zelel ev e ku mirov bikaribe bêyî tu tirs û gefekê, pêşeyek bixwe destnîşan bike û bixebite û dahata wî di astekê de be ku jiyan pê bê berdewam kirin. Hin car jî ev têgeh weke çarçoveyekê ku jiyana aborî ya takên civakê û wekheviya derfetên aborî têde misoger be, tê pênase krin.

Hêman û Jêderên Navneteweyî

Yek ji taybetmendiyên maf û azadiyên girêdayî mafên Mirovan ev e ku dikarin li gor pênaseyên cida di rêzikên cida de cih bigrin.

Gengaze ku mafek him di rêzika mafên civakî û him jî di rêzika mafên Siyasî an aborî de cih bigre. Li ser vê esasê jî, diyarkirina hêmanên ewlehiya aborî ne hêsan e. Ji bo ku ev hêman bên zelal kirin, pêwîste naveroka belgenameyên navnetewî bê şirove kirin.

Danezana Gerdûnî ya mafên Mirovan(DGMM ) ku weke maka maf û azadiyên mirov tê binavkirin, û her wiha Peymana Navnetewî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî(PNMACÇ), bi awayeke rasterast amajê bi maf û azadiyên aborî dikin an ku ev mafên ku weke bingeha ewlehiya aborî tên nasîn.

Li gor DGMM\'ê, Mafê xwedêtiyê( Xala 17) Mafê Xebitînê, Azadiya Hilbijartina Kar û Pêşe, Mafê Piştewaniya Dewletê li welatiyan li Hember Bêkariyê, Mafê Wekheviya Derfetan(Xala 23, Benda 1), Mafê Wekheviya Mûçe, Mafê Mûçeya Dadmend, Mafê Beşdariya di Sendîka, Mafê Damezrandina Sendikayan(Xala 23) û Mafê bihnvedanê (istirahet)(Xala 24) û ji aliyê din, li gor PNMACÇ\'ê, Mafê Xebitînê, Azadiya Hilbijartina Kar û Pêşe û mafê Piştewaniya Dewletê li welatiyan li Hember Bêkariyê (Xala 6, Benda 1), Mafê Wekheviya Mûçe, Mûçeyê Dadmend, mafê Ewlehî û Saxlemiya Kar û Mafê Wekheviya Derfetan (Xala 7) û Mafê Beşdariya di Sendîka, Mafê Damezrandina Sendikayan û Mafê grevê (xala 8) weke maf û azadiyên aborî tên pênase kirin.

Herwiha li asta herêmî jî Rêziknameya Afrîkayê ya Mafên Mirov û Gelan di xala 15\'ê de amajê bi Mafê Xebitînê, Mafê Çert û Mercên Gûncav û Dadmend yên Xebatê û Mafê Wekheviya Mûçe dike ku ev hemî maf û azadî dikarin weke hêmanê ewlehiya aborî bêne pênase kirin. (Ji ber ku şiroveya wan hemî maf û azadiyan di hundirê vê nivîsa kurt de cih nagire, dê pitir li ser mafê xebitînê bê baz dan.)

Hiqûqa Navxwe û Binpêkirina Ewlehiya Aborî

Yek ji mijarên ku li roja pejirandina makeqanûna komara axûndî de bû cihê gengeşe û rexneyên hiqûqî, mijara maf û azadiyên aborî bû.

Di destpêka makezagona rejîmê de amaje bi erkên aborî yên desthilstê(li hemberî gelên îranê) tê kirin, lê ji ber ku dînê îslamê û bitaybet îslama siyasî, weke pîvana pejirandina zagonan tê berçav girtin û aboriya îslamî bûye esasê aboriya rejîmê, tu derfeta çîbicîkirina maf û azadiyan namîne.

Xala 22\'yê a makeqanûnê bingeha ewlehiya aborî, civakî, siyasî û çandî ye. Her wiha li gor xala 43\'yê, dabînkirina pêdiviyên bingehîn û afirandina çert û mercên pêwîst ji bo xebitînê û azadiya hilbijartina kar û pêşe ji bo misogerkirina ewlehiya aborî, erkê dewletê ye. Lê her dîsa dema ku mirov li heyama desthilatdariya rejîmê dinêre, encam tişteke din eşkere dikin.

Bêkarî, dadmend nebûna mûçeya fermanberên fermî û peymanî, newekheviya derfetên kar (bitaybet li ser esasê ciyawaziyên etnîkî) û her wiha danûstandinên neyasayî bi sendîka û saziyên ku parêzgariyê ji maf û azadiyên xebatkaran dikin, di piraniya raportên raporterê taybet yê Konseya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî û rêxistinên ku parastina mafê xebitînê dikin, hatîne amaje pê kirin.

Îro rojê, rêjeya herî zêde a bêkarîyê û gefa derxistinê li ser fermanberan, para Rojhilatê Kurdistanê ye û ev jî nîşaneyek zelel a vê rastiyê ye ku desthilat tu car naxwaze ku rewşa aborî ya kurdan baş bibe. Li parêzgehên Kurdistan, Luristan, Kirmanşa, Îlam û her wiha Urmiyê, gişt maf û azadiyên aborî di bin gef û talûkê de ne û rewşa aboriya piranya akinciyan di jêr xeta xizaniyê de derbaz dibe.

Encam

Li gor Raporta Geşepêdana Mirov tenê yek ji çarê nifûsa cîhanê xwedê ewlehiya aborî ne û ev jî wekê gefek pir mezin li ser aştî û ewlehiya navneteweyî tê şirove kirin. Li gor daneyên nû yên aboriya gerdûnî, îro jî tu guherînek erênî bi ser rêjeyê bêewlehiya aborî de nehatiye û bi taybrt welatên başûr yên cîhanê di bin bêewlehiyeke xurt de derbaz dibin.

Li gor belgenameyên navnetewî, mafên aborî û bitaybet mafê xebitînê di rêzika mafên bingehîn yên mirov de cih digrin û mafê jiyanê girêdayî wan maf û azadiyan e û jiyana bê ewlehiya aborî ne pêkane. Li ser vê esasê jî belgenameyên hiqûqî girîngiyeke taybet didin ewlehiya aborî ya takên civakê û bitaybet saziya malbatê.

Tevî ku rejîma Îranê Peymana Navnetewî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî wajo kiriye û her wiha bi awayeke yasayî pejirandiye jî, di heyama desthilatdariya xwe de yek ji wan dewletan bûye ku zêdetirîn dozên binpêkirina mafên mirovan û bitaybet mafên aborî li ser hatiye qeyd kirin.

Yek ji encamên pir xirab yê bêewlehiya aborî ev e ku dikare bibe çaşniya agirê şerên navxwe û bingehê têkdana aştî û ewlehiya navnetewî. Bê şik li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berpirsê sereke yê bêewlehiya aborî komara îslamî ye û ev rewşa hanê ku têde kurd qurbaniyê sereke ye bi tu awayî nayê qebûl kirin.