Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizra neteweyî di gotara Melayê Cizîrî de (1570-1640z)

16:15 - 20 Kanûna Paşîn 2017

Xalid Cemîl Mihemed

Cizîrî rêçareyê jî destnîşan dike, ku rehabûn û rizgarî ji vê rewşa xirab, bi hezkirinê ye. Bi bê hezkirin derketina ji rewşa tarî û xirab estem û zehmet dibe. Wiha Cizîrî carekê navê Newrozê bikar aniye, ku ev cejna neteweyî ji aliyê dîrokî ve bi nasnameya Kurdan ve girêdayî ye û wateya bidawîkirina tariya zor û sitemê dide, got:
Bê nûr û narê muhbetê Bê neqş û sun’ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê Nûrun lena welleylu dac
Ev nari sîqala dil e Daim li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e Weqtê hilêtin ew sirac
(العقد الجوهري 177-178)

Cizîrî şanaziyê bi cih û warên xwe dike û hezkirina xwe ji Kurdistanê re nîşan dide, dibêje:
Guli baxi Iremi Bohtan im Şebçiraxi şebi Kurdistan im
Çi tebî’et beşer û insan im Lillahil hemd çi ‘alî şan im
(824العقد الجوهري )

Di serdema Melayê Cizîrî de, Zimanê Farisî yê helbest û rewanbêjiyê bû. Zimanê Tirkî jî yê desthilatê bû. Hevterîpî wan, Zimanê Erebî yê ol û Quranê bû, ku ew jî yek ji çavkaniyên Cizîrî bû, di wergirtina zanîn, têgeh û bîrokeyan de.

Li jîngeh, civak û qonaxa ku Cizîrî tê de dijiya, arasteya xurt ber bi hizra neteweyî ve nebû, ne jî guhdaneke berçav bi vê babetê dihate kirin. Bêhtir hizra belavbûyî ya Isalmê bû. Islama Cizîrî jî di aliyê sûfîzmî de bû. Lê tevî vê rewşê, Cizîrî nerîn, bîr û baweriyên xwe, bi wan zimanên serdest û desthilatdar nîşan neda, lê wî helbestên xwe bi zimanê Kurdî hûnandin û navê Kurdistanê eşkere tevlî gotara xwe kir, li beramber jî navê Tirk, Faris, Ereb û Eceman anîne zimên, lê bêhtir behsa akarên tundî û hişkbûna wan kiriye. Bi ser de jî wî bangewaziya xwe gihande xwendevanên Kurd ku bi Kurdî, ne bi zimanên din bixwînin, lewma wî bi Zimanê Kurdî helbestên xwe nivîsandin û got:

Ger luiluê mensûri ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet
(العقد الجوهري 129)

Di astên zimên de jî, Cizîrî ne bi zimanekî xwecihî axift, lê belê wî hewl da ku gotara xwe ya hozanyarî bi piraniya şêwezarên Kurdî û şaxên wan şêwezaran bixemilîne.

Cizîriyê ku bi Kurmanciya Jorîn dinivîsand, li hin deveran peyv û ristên Kurmanciya jêrîn bikar anîne, yan jî hin formên wan şêwezaran tevlî formên Kurmanciya jorîn kirine, weke mînak, gotiye:
Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmari bes
***
Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fixan kîn
Wî guh li demîra dil e awazi çi hacet
***
Fener niye nûra Heq e Husn û cemala mutleq e
Berq e sipîde û şefeq e Zuhre û şemsa xawer î
***
Ger qelbi heqîqet niye yek cari çira
Işqa te kirîn zêr û zeber iksîrê
***
Aşiqi mesti bi işqê niye hacet bi meyê
Waridê warid û ehwali bi ewradi çi kit
Bi heman awayî:
Da me şehzade bi destê xwe mubarek qedehek
Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş
***
Etwarê ´işq û mestî esrarê butperestî
Teqrîri sed riwayet nakit li bo kifayet
***
Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî
Naête hisabê felekê tedwîrê

Cizîrî dexlûdan û bingeha hizra neteweyî di helbestên xwe de peyda kir, lê hêj ev hizra neteweyî di gotara Cizîrî de nehatiye zelalkirin ku ew helbestvanekî sûfî bû, lê belê ligel sûfîtiya xwe xwedî hesteke neteweyî bû, lewma pêwîstiya vê gotarê bi wê yekê heye ku êdî girîng e ev hest eşkere û ronî bibe.