Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

15:20 - 11 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmdia: “Pîroze Kiwêstanî”dayîka şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Nexedê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihiştiye malpera Kurdistamedia yê, spêdeya roja Şemiyê 20’ê Sermaweza 1395’an a Rojî, Pîroze Kiwêstanî dayîka “Şehîd Ebdulla Kiwêstanî”, bi sedema pîrî û nesaxiyê, li nexweşxaneya bajarê Nexedê, koça daviyê kir.

Pîroze Kiwêstanî akinciyê gundê “Helbê” ya ser bi bajarê Nexedê bû, lê belê di eslê xwe de xelkê Bakûrê Kurdistanê bû, û heyanî daviya jiyana xwe welatparêz û girêdayî bi rê û rêbaza kurê xwe bû.

Şehîd Ebdolla Kiwêstanî Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû ku berwarê 1’ê Gelawêja sala 1360’î a Rojî, li gundê “Qayêr” a ser bi devera Mirgewer a Urmiyê de şehîd bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxoşiyê dibêje malbat, xizim û kes û karên navbirî, û xwe şerîkê xema wan dizane.