Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesatiyekî naskirî li herêma Merîwanê koça dawiyê kir

15:14 - 16 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Mihemmed Menûçihrî, kesatiyê naskirî û xweşnav yê bajarê Merîwan û derdorê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, Mihemmed Menûçihrî, birayê Hamîd Begê Serdoş ê kesatiyê naskirî û cihê baweriya xelkê Merîwanê, çû ser dilovaniya xwe.

Mihemmed Menûçihrî, kurê şoreşvanê navdar ê Merîwanê di serdemê deshilatdariya Pehlewî, Hacî Ehmde Begê Serdoş e.

Mihemmed Menûçihrî herweha neviyê Tofîq Begê Serdoş e ku yek ji fermandarên Rojhilatî di şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî de bûye.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, derheq bi koça dawiyê ya Mihemmed Menûçêhrî, sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên navbirî û xwe di xem û kovana jidest çûyîna navbirî de, bi şirîk dizane.