Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî riya rizgariyê li Pîranşarê koça dawiyê kir

16:24 - 8 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: “Xidir Xizriyan” bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê li bajarê Pîranşarê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Xidir Xizriyan bavê şehîd Ebûbekir Xizriyan, li bajarê Pîranşarê bi sedema nexweşiya dil, di temenê 84 saliyê de xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Kak Xidir kesayetiyekî xweşnav ê navçeyê bû. Termê navbirî di nava girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.

Şehîd Ebûbekir Xizriyan pêşmergê PDKÎ di navçeya Pîranşarê ji dayîk bûye, û li 24’ê Rêbendana 1361’ê li gundê “Qere Xidir” di operasiyonekê de, digel hêza piştîvan, bi birîndarî kete destê hêzên rejîmê, û di dadgeheke sehrayî de, ji aliyê hêzên cinayetkar ên rejîmê ve hate bidarvekirin.

Navbirî di “Şilêm Caran” bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm, û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê xemên wan dizane.