Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke kevin yê Partiya Demokrat malavayiya jiyanê kir

14:59 - 9 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Endamekî kevin yê PDKÎ li kempa Kawe koça daviyê kir.

Li gor nûçeyên giheştine Malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşmiyê 17’ê Berfanbara 1395’an Mihemed Mihemedî kurê Ehmed xelkê navçeya Selasa Bawecanî, di temenê 75 saliyê de bi sebeba nexweşiyê di kempa Barîke, di Kurdistana Başûr de malavayî ji jiyanê kir.

Mihemed di sala 1324’an di navçeya Selasa Bawecanî de ji dayîk bûye, û di sala 1377’an de bûye endamê PDKÎ. Navbirî kesekî dilsoz û girêdayî rê û rêbaza PDKÎ bû, û heyanî daviya jiyana xwe girêdayî rê û rêbazê bûye.

Termê Mihemed di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.
PDKÎ sersaxî li malbat û xizm û kes û karê navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.