Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington Post: Refsencanî di terora opozisyonê de rol hebû

21:25 - 11 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Rojnameya binavûdeng a Amrîkayê Washington Post, di raporekê de belav kiriye ku destê Refsencanî di terora dijberan di Îranê û Ewrûpayê de hebûye.

Piştî mirina Refsencaniyê terorîst, gellek nûçegihaniyên cîhanê bes ji mirina navbirî kirin, û bas ji siyasetdarêjên Îranê û herwiha kuştina xelkê û bi taybet dijberên vê rejîmê bi destê navbirî kirin.

Her di vê pêwendiyê de,rojnameya Washington Post bas ji vê yekê dike ku Refsencanî ev kes e ku ji pêgeha siyasî ya xwe mifah wergirtiye, bona komkirina serwet û samanê, û xelkê Îranê jî navbirî bi kesayetiyekî gendel nas dikin.

Herwiha ev rojnameye behsa vê yekê dike, ku Refsencanî digel dezgehên Îtilaatî ên xwe, di terora dijberên rejîma Îranê, li nav Îranê û li Ewrûpayê de dest hebûye. Herwiha wî dest di kuştina xelkê Îranê de hebûye.

Radyoya Firansayê di derheqê mirina Refsencanî de behsa vê yekê kiriye ku Refsencanî yek ji tawanbarên dadgeha Mîkonosê û dosiyeya Amiyayê ye, ku di çarçoveya rejîma Îranê de xwe veşartibû, û tu sefereke derve nedikir.

Herwisa Keyhana Lendenê di raporekê de bas ji vê kiribû, ku Refsencanî yek ji bikerên terora dijberan di derveyî Îranê de bûye. Hejmarek ji medyayên Kurdî, Farsî û biyanî jî piştî mirina Refsencanî bas ji vê kirin ku navbirî yek ji bikerên terora dijberan di navxwe û derveyî Îranê bûye.

Rêkewt 21ê Befranbarê jî Deftera Siyasî ya PDKî di daxuyaniyekê de derheq mirina Refsencanî, awirîdanek li jiyana pirr ji reşayî ya vî terorîstî da, û ragehand ku: Refsencanî ku piştî şer û mirina Xomêynî heşt salan serkomarê rejîmê bûye, tevî kuştar û îdam û bêserûşûnkirina xelkê azadîxwaz û mafxwaz ê navxwe, karnameyek reş û stûr di warê terorê li derveyî welat de jî heye, ku di serdema wî de, yekîneyên taybet bi terorê di nava Spaha Pasdaran û Spaha Quds hatin avakirin, û ji terorên herî binavdeng terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li Utrîşê li ser maseya bi nav gotûbêjê bû ku Refsencanî bixwe berpirsê pilanê bû.

Herwqisa terora Dr. şerefkendî û hevalên wî di Berlîna Almanyayê ku piştre dadgeha Almanyayê jî Refsencanî wekî yek ji biryarderên terorê da naskirin.

Karê terorîstî ya ku di navenda Cihûyan di Arjantînê de rû da, dosiyeyeke din ya Refsencanî ye ku hêla jî negihîştiye encamê, û fermana girtinê jî, jê re derçûye.

Di dawiya vê daxuyaniyê de hatiye, hekî jiyana Resencanî stûnek bû bo ragirtin û dirêjiya tawanên vê rejîmê, lê nemana vê stûnê jî di pêşerojê de, bandora xwe li ser rejîmê dibe.

Em hêvîdar in ku seranên din ên vê rejîmê bikevin destê dadgeheke dadperwerane ya xelkî, û hemû dosyiyeyên tawanên wan bo xelkê eşkere bin, û bigihîjin cezayê xwe.