Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayka şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê koça davî kir

14:17 - 14 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Xawer Şerefî dayîka şehîd Îsma’îl Lotfî bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya giheştiye Malpera ‘Kurdistanmedia’ yê: Xawer Şerefî dayîka şehîd Îsma’îl Lotfî, xelkê gundê ‘Axceler’ a ser bi navçeya Hewşehrê, roja 22’ê Berfanbara 1395’an, di temenê 75 saliyê de, bi sebeba nexweşiyê malavayiya jiyanê kir.

Şehîd Îsma’îl pêşmergeyê PDKÎ di sala 1334 ’an li Axcelerê ji dayîk bûye, lê mixabin di sala 1362 ’an de, di şerê ‘Kopeqiran’ê de hate şehîdkirin. Termê wî li bajarê Tikabê bi axê hatiye spardin.

PDKÎ sersaxiya li malbata Xawer Şerefî, dayîka şehîd Îsma’îl Lotfî dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.