Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Hizbullah perwerdeya leşkirî didin Hûsiyên Yemenê

14:08 - 16 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Fermandarê yekîneya mûşekî ya Hûsiyên Yemenê eşkere kir ku, hêzên wan bona bi armancgirtina bajarên Yemenê, perwerdeya leşkirî ji aliyê karnasên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê ve dibînin.

Ew fermandarê Hûsiyan ku bi “Ebû Mihemmed” tê naskirin, û heyamekî berî niha xwe radestî hêzên Artêşa Yemenê kiribû, eşkere kiriye ku pisporên leşkirî ên rejîma Îslamî ya Îran û Hizbullahê, di baregehên veşartî û nepenî de, li “Se’idê” perwerdeyên taybet didin çekdarên Hûsiyan.

Hatiye ragehandin ku di Yekîneya Mûşekî ya Hûsiyan de, pisporên ser bi rejîma Îslamî ya Îran û Hizbûlaha Lubnanê, û herweha efserên ser bi “Elî Ebdullah Salih” kar dikin û erkên wan parastin û avêtina mûşekane.

Navbirî di beşek di ji îtirafên xwe de eşkere dike ku, berevajî vê yekê ku Hûsî îdî’a dikin ku mûşekên wan ber bi armancên leşkirî ve têne avêtin, piraniya mûşek ber bi herêm û bajar û taxên ku xelkê sivîl têde akincî ne, têne avêtin.

Her 3 rojan ber xweradestkirina “Ebû Mihemmed” yê fermandeyê yekîneya mûşekî a Hûsiyan bi Artêşa Yemenê, “Ebû Xelîl El-Selîmî” yê fermandarê payebilind a Yekîneya Mûşekên Balistî ên Hûsiyan jî, ji aliyê balafirên hevpeymaniya Erebî ve bûye arman û hate kuştin.