Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê şehîdekî rêya rizgariyê koça daviyê kir

21:49 - 19 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Qadir Feqê Mîna babê şehîdekî PDKÎ koça daviyê kir.

Li gor nûçeya giheştiye malpera “kurdistanmedia”yê, Qadir Feqê Mîna babê şehîd Mensûr Feqê Mîna xelkê bajarê Bukanê bi sebeba nexweşiyê koça daviyê kir.

Qadir di sala 1317’an de di Mîrawê ya Bukanê de ji dayîk bûye û di temenê 78 saliyê de koça daviyê kir.

Navbirî kesyetiyekî xweşnav û cihê baweriya xelkê bû, di navçeyê de, û termê wî di nav girseya gel de bi axê hate spartin.

Şehîd Mensûr pêşmergeyê PDKÎ di sala 1346’ an de di Mîrawê ya Bukanê de ji dayîk bûye, û di 13’ê Gelawêja 1367 ’an de di şerê li dijî dagirkerên kurdistanê de, di “Baxê Şêxan” de tevlî karwanê şehîdan dibe.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û xizm û kes û karê navbirî dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.