Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 5 salên borî de şandina çek û teqemeniyan bo Rojhilata Navîn %86 zêde bûye

20:54 - 20 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Binyata Navnetewî ya Lêkolînên Aşîtiyê li Sitokholmê ya bi navê “Sîprî”, di rapora xwe ya herî nû de eşkere dike ku, “Hinardekirina çek û teqemenî û alvên leşkirî bo Rojhilata Navîn, di 5 salên derbazbûyî de, %86 zêde bûye.

Rapor nîşan dide ku di 10 salên derbazbûyî de, bi sedema zêdebûna şer û aloziyên di cîhanê de, şandina çek û teqemenî û alavên leşkirî çend hemberî zêde bûye, û her du welatê Amerîk û Rûsiye jî henardekarên herî sereke, di cîhanê de ne bona şandina çek û teqemenî û alavên leşkirî, di cîhanê de.

Binyata Navnetewî ya Lêkolînên Aşîtiyê li Sitokholmê ya bi navê “Sîprî”, ku roja 20’ê Şubatê rapora xwe ya herî dawiyê belav kir, dibêje ku, piştî bidawîhatina şerê sar, bazirganiya bi çek û teqemeniyan roj bi roj ber bi zêdebûnê ve çû ye, bi awayekî ku di 5 salên borî de, li hemberî salên 2007 heya 2011’an, %8.4 geşe kiriye.

Li gorî gotina rêvebera Binyata Sîprî “Ud Filoran”, bi aliyê kêm ve Amerîka bo 100 welatên cîhanê çek û teqemeniyan dişîne, ku eva jî dike %33 ji tewahiya hinerdekirina çek û teqemeniyan, liser asta hemû cîhanê.

Navbirî tekezê dike ku bi gitşî %50 ji tewahiya hinardekirina çek û teqemeniyên Amerîkayê, bo Rojhilata Navîn e, û mûşekên “Kirûz” jî yek ji wan berhemên leşkirî yên Amerîkayê ye ku xwediyê kiryarên zêde ye li herêmê.

Erebistana Si’ûdî jî bi geşekirina %212 di 5 salên derbazbûyî de, li hemberî salên 2007 heya 2011’an, Dûhemîn kiryarê mezin a çek û teqemeniyn di cîhanê de tê hesibandin, û Îmaretên Yekbûyî ên Erebî jî, Sêhemîn kiryarê mezin di cîhanê de ye.