Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ di zanîngeha Selahedîn de bawernameya Masterê bi dest anî

16:02 - 21 Şibat 2017

Kurdistnmedia: Nameyeke lêkolînê a “Master”ê di zanîngeha “Selahedîn” a Paytexta Herêma Kurdistanê, pêşkêş bi şehîd “Çeko Rehîmî” hate kirin.

Li gor nûçeya gihîştî, di destpêka vê hefteyê de, 30`ê Rêbendana 95’anê di zanîngeha “Selahedîn” a bajarê Hewlêrê de, nameya lêkolînê ya Ebas Ehmedî ku zêdeyî 160 çavkaniyên wê yên Kurdî, Îngîlîzî û Farsî hebûn, ji aliyê lêjneya gotûbêja Masterê, pileya “nayab” pê hate dan.

Lêkolîna vê endamê PDKÎ bi navnîşana “Pêyvendiya Cîhangîrî di tevgerên civakî” , pêşkêşî şehîdên hemû Kurdistanê û bi taybetî fermande “Çeko Rehîmî”, endamê rêveberiya berê a PDKÎ hate kirin.

Ebas Ehmedî bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê ragihand ku: Bi sebeba hevkarî û tekoşîna me di organên PDKÎ de, şehîd Çeko hertim palpiştê sereke yê min bû, di xwendin û bo jêhelbirina asta bawernameya zanistî”.

Nameya mesterş ya Ebas Şerîf Ehmed (Ehmedî) ji aliyê serokê lêjneya gotûbêjê, Dr. Sebah Ehmed Necar weke yek ji baştirîn lêkolînên Herêma Kurdistanê di aliyê civaknasî de hatiye pênasekirin, û pileya “nayab”ê wergirtiye.

Navbirî jidayîkbûyê sala 1362`an, li bajarê Sinê ye, û çar salan berî niha bawernameya lîsansa civaknasiyê li zanîngeha Koyê de pê hate dayîn.

Navbirî şarezayî di beşa pirograma SPSS de heye, û xwediyê bawernameya navdewletî (ICDL) li kampiyoterê de ye, û çendîn mijar û lêkolînên wî di kovar û rojnameyan de belav bûne.