Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna navnetewî tepeserkirina çalakên mafê mirovan û cezayên hovane di Îranê de rexne kir

20:19 - 23 Şibat 2017

Kurdiatnmedia: Saziya Lêborîna Navnetewî di rapora xwe ya salane de bas ji berdewambûna binpêkirina mafên mirovan di Îranê de dike, û serkut û tepeserkirina çalakên mafê mirovan ji aliyê rejîmê ve, bi tundî rexne dike.

Di vê derheqê de “Reha Behrêynî” ya lêkolerê mafê mirov a Îranê di Saziya Lêborîna Navnetewî de, di gorûbêja digel Dengê Amerîkayê de liser rapora salane ya saziya xwe sekinî û ragehand ku; “Binçavkirin û zîndanîkirina kesên weke Ebdulfetah Soltanî, Nergês Mohemmedî, Atêna Da’êmî, Areş Sadêqî û Golrox Îranî, vê yekê diselimînin ku, çalakên mafê mirovan di Îranê de, bi tundî tên tepeserkirin.

Behrêynî tekezê dike ku di Îranê de, cezayên ku derheq bi azadiya bîrûra nîşandanê têne sepandin, roj bi roj girantir û zêdetir dibin.

Eva di demekî de ye ku di beşek din a raporê de, bas ji îşkence û riftarên xirab di girtîgehên rejîmê de hatiye kirin, bo mînak bas ji sekinandina dirêj mindeh di odeyên takekesî an ku Silûlên Ênfêradî û rêgiriya ji destpêragehîştina bi îmkanatên pizişkî û herweha îtiraf wergirtina di bin îşkence yê de, hatiye kirin.

Herweha ferqûcudahî danan a di navbera kêmaniyên mesebî û netewî û belavkirina gotinên kirêt û kerb û kîna li hember hemwelatiyên Behayî, û binpêkirina mafên despêkî ên weke mafê karkirin û xwendinê ya hemwelatiyên Behayî jî, di rapora salane ya Saziya Lêborîna Navnetewî berçav dikevin.

Rapora salane ya Lêborîna Navnetewî di beşek din de bas ji tunûtîjiyên li hemberî jinan di Îranê de dike, û hevdem liser mehrûmiyet û hejariya wan herêmên Îranê dike ku, kêmaniyên netewî û mesebî têde dijîn.