Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî PDKÎ koça davî kir

14:34 - 26 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Ela Mîrzayî dayîka şehîdekî PDKÎ koça davî kir.

Li gor nûçeya gihiştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemiyê 4’ê Reşemeha 1395’an Ela Mîrzayî dayîka şehîd Selîm Rencber xelkê gundê Serhûye bi sebeba nexweşiyê koça daviyê kir.

Ela keseke welatparêz û dilsoz bû, û hertim alîkaroya pêşmergeyên PDKÎ dikir.

Şehîd “Selîm Rencber” pêşmergeyê PDKÎ di sal 1338’an di gundê “Serhoye” ji dayîk bûye.

Şehîd Selîm 11’ê Rezbera 1362’an di bajrê “Hencîran” li dijî dagîrkerên Kurdistanê şehîd bûye û termê pîroz yê navbirî di “Bayerz Serê” bi axê hatiye spartin.

PDKÎ sersaxiya malbat, xizim û kesûkarê navbirî dike û xwe şerîkê xema wan dizne.