Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ koça davî kir

20:15 - 2 Adar 2017

Kurdistanmedia: Ferhad Ajîrak endamê PDKÎ koça davî kir.

Li gor nûçeya giheştî malpera “kurdistanmedia”yê, Ferhad Ajîrak endamê PDKÎ xelkê gundê Tengeserê bi sebeba sekteya dil, di nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sineyê de koça daviyê kir.

Ferhad Ajîrak 5’ê Rezbera sala 1323’an ji dayîk bûye, lê mixabin di temenê 72 saliyê de koça daviyê kir.

Termê navbirî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.
Navbirî endamekî mêjîn, wêrek û tekoşer bû, û heyanî demjimêrên daviya jiyana xwe girêdayî rê û rêbaza PDKÎ û gel bû.

PDKÎ sersaxiya malbat, xizim û kesûkarê navbirê dike, û xwe şerîkê xema wan dizane.