Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê pêşmergeyekî PDKÎ koça davî kir

21:09 - 11 Adar 2017

Kurdistanmeida: Hemelaw Rehîmî kurê Şerîf babê pêşmergeyekî PDKÎ koça davî kir.

Li gor nûçeya giheştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemiyê 19’ê Reşemeha 1395’an “Hemelaw Rehîmî” kurê “Şerîf” babê pêşmergeyekê PDKÎ bi sebeba sekteya dil di nexweşxaneya Kirmaşanê de koça davî kir.

Hemelaw kurê “Şerîf”, sala 1327’an di gundê “Gazirxanî” di navçeya “Bêlewar” a Kamyaranê ji dayîk bûye.

Navbirî keskî welatparêz û dilsozê neteweya xwe bû, û termê navbirî bi beşdariya girseya xelkê gundê devrûberê Kamyaranê û “Bêlewarê” di guristana “Tirverêz” bi axê hate spartin.

Hemelaw Rehîmî babê pêşmergeyê PDKÎ “Ferdîn Rehîmî” ye, ku di rêzên pêşmergeyên PDKÎ xebatê dike.

PDKÎ sersaxiyê li malbat, xizm û kesê navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.