Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê çekdarên rejîmê gihîştin cezaya kiryar û tawanên xwe

17:00 - 17 Adar 2017

Kurdistanmedia: Di encama êrîşa Bazên Zagrosê li dijî kirêgirtiyên rejîmê, du çekdarên dijîgelî hatin kuştin, û yekî din jî birîndar bû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera 2Kurdistanmedia”yê, şeva borî 26’ê Reşemê, di navçeya Merîwanê de, desteyek ji Bazên Zagrosê sê tawanbarên dijîgelî ceza kirin.

Bazên Zagrosê, tevî piştrastkirina vê çalakiyê, ragehandin: Bazên Zagrosê çiqa Merîwanê, bi armanca cezakirina tawanbarên Komara Îslamî ya Îranê, li ser sînorê Merîwanê, êrîşî ser desteyek ji çekdarên Komara Îslamî kirin, ku bi armanca talan û kuştina kasibkar û kolberên vî sînorî, xwe ber wan vedabûn (bose danîbûn), Di encama êrîşa qehremanane ya Bazên Zagrosê du çekdarên dijîgelî hatin kuştin, û yek jî birîndar bû.

Bazên Zagrosê, radigehînin ku heya deshilata dagîrkar ya Komara Îslamî sîbera nehs ya wê bi ser jiyana xelkê Kurdistanê de bimîne, êrîşên wan jî, wê berdewam bin, û ewê bi agirê çekên xwe, berbirûyê deshilata wan ya biyûm bibin.