Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salek li ser Newroza Rasanê re derbaz bû

14:21 - 19 Adar 2017

Kurdistanmedia: Salek li ser rê û resmma newroza Rasana Rojhilat li ser sînorên Kurdistana Rojhilat re derbaz bû.

Îro 18`ê Adarê (28’ê Reşemê), yek sal li ser rê û resma Rasana Rojhilat li sînorên Kurdistana Rojhilat re derbaz dibe ku tê de PDKÎ tekoşîna xwe ya nû a Rojhilat piştî bîst salan ku şerê çekdarî ragirtibû, îlan kir.

Rê û resm bi amadebûna Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ, endamên rêveberiyê, kadr û pêşmerge, malbatên PDKÎ û mêvanan, di binkeyên taybet yên PDKÎ di çiyayên nêzîkê sînorên Rojhilat de hate encamdayîn.

Di vê rê û resmê de, Mistefa Hicrî, sekreterê giştî PDKÎ peyam pêşkêşî kesên amade û gelê Kurdistanê kir.

Sekreterê PDKÎ di vê peyamê de îlan kir ku: Peyama me di Newrozê de ev e ku em deng û hêza xwe di çiya û bajarên Kurdistanê de bona avakirina hêzeke bihêz ku çareserî û yek parçeyîbûnê ava bike, bo jiyana nû ku dûr ji bindestî û bê mafiyê be, bikin yek.

Herwiha Hicrî ji ciwanên zilmdîtî yên Rojhilat xwest ku bona jiyaneke serfirazane, pişt bidne hemû paşverotiyan, û tevlî nav refên pêşmergeyên PDKÎ bibin.

Piştî îlankirina Rasana Rojhilat, ciwan û gelê şoreşgerê kurdistanê bi duruşmên wekî, “Em benda biryarê ne”, “Bijî demokrat”, “Em benda pêşmerge ne”, “Rojhilat amade ye”, amadebûyîna xwe ya giştî bona tekoşîna nû ya Rojhilat anîne ziman.

Dûre PDKÎ di nameyekê de bona gel û rêxistinên di Îranê de tekoşîna xwe ya nû û yekparçekirina xebata bajar û çiya îlan kir ku dixweze îdeya azadiyê, di bin kavilên pirr ji modêlên serveçûyî ên dagîrkariyê rizgar bike, û cardin bi civakê bide naskirin.

PDKÎ di vê nameyê de pêdagirî kir: Tekoşîna PDKÎ tekoşînek e, ku bo hemû xelkê Îranê ye, û ji bo alayekê ye ku dagîrkar bi dehikan e dixwazin wê bixin erdê.