Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî peyameke sersaxiyê derheq bi koça daviyê a Şo’ile Elî belav kir

15:11 - 20 Adar 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ peyameke sersaxiyê derheq bi koça davî ya Şo’ile Elî hevjîna Noşîrwan Mistefa belav kir.

Deqa nameyê wiha ye:

Peyama sersaxiyê a birêz Mistefa Hicrî bi boneya koça davî a Şo’ile Elî

Bo birêz/Noşîrwan Mistefa!

Digel silavên taybet


Bi boneya koça davî a xûşka hêja Şo’ile Elî hevjîna we birêzî, ez sersaxiyê li we û giştî endamên malbatê, û xizm û dostan dikim, û hêvî dikim eva xema we ya davî be.

Riha Şo’ile Elî şad be, û em xwe şirîkê xema we dizanin.

digel rêz û hurmetan
Mistefa Hicrî
Sekreterê giştî yê PDKÎ

28’ê Reşemeha 1395
18’ê Adara 2017