Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Can Bolton: Rejîma Îranê palpiştiya terorê dike

16:58 - 23 Adar 2017

Kurdistanmedia: Can Bolton nûnerê pêşîn ê Amerîkayê di NY de ragehandiye ku rejîma Îranê palpiştê rasteqîne ê terorê di cîhanê de ye.

Can Bolton nûnerê pêşîn ê Amerîkayê di NY de, di twittera xwe de ew yek ragehand, û di torên civakî de jî ewnivîsa wî bi berfirehî belav bû.

Can Bolton nûnerê pêşîn ê Amerîkayê di NY de yek ji wan siyasetvanên Amerîkayî ye, ku nikare rastiya terorîst û terorperweriya rejîma Îranê nebîne, û li hember de bêdeng bimîne.

Lewra wî gellek caran rejîma Îranê bi metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêm û cîhanê bi giştî zaniye.

Navbirî pêştir di rojnameya New York taymzê de jî nivîsandibû: Bona pêşîgirtina ji çêkirina bombeyan ji aliyê Îranê ve, rejîma Îranê bombebaran bikin.

Wê herwisa nivîsandibû ku Amerîkayê xemsarî kir lewra Hind û Pakistan û Kureya Bakûr karîn ku bibin xwediyên çekên navikî.

Wî herwisa nivîsandibû ku hekî pêşiya bernameya navikî ya rejîmê nehê girtin, wê li herêmê de di navbera Îran û Erebistan û welatên din de rikeberî li ser çêkirina bomba etomî wê çê be.

Serbarê wê ku gellek siyasetvanên wekî Bolton hişdariyên bi vî rengî didin, lê rejîma Îranê roj bi rojê zêdetir bo parastina deshilata xwe agirê şer di nav xaka welatên cîran bi taybetî Sûriye û Yemen û Îraqê de xweş dike, û piştgiriya eşkere ji terorîstan dike.


.