Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşeroja gelê Kurd ji pencereya Newrozê ve

17:45 - 23 Adar 2017

Elborz Ro’înten

Mêtolojî jî weke dîrokê, di tûrikê bîreweriyên her neteweyekê de cihê taybet bi xwe heye, û tenanet beşek ji wan bûne beşek ji pênaseya neteweyan, weke her dab û nerîteke din ku di jiyana rojê de ducarî dibin, û nahên jibîrkirin.

Newroz yek ji wan dab û nerîtan e ku weke pênaseyek bo gelê Kurd, û yek ji boneyên kulturî ye ku, tevlî jiyana rojê ya gelê me bûye.

Rast e û reneg hinek netewên din jî xwe bi xwediyê Newrozê bizanin û her sal weke cejin bi rê ve bibin, lê bo gelê Kurd pitir watedar e, jiber ku hêma ye bo doza gelê Kurd, lewra bo dujminên gelê me Newroz boneyek bitehlûk e, her eva jî bûye sedem ku rê nehatiye dayîn ku kurd vê cejnê bi azadî lidar bixe, û bi dehan bûyer û serpêhatiyên dîrokî şahidiya vê yekê didin.

Newroza îsal jî di demekî de ye ku gelê Kurd bi giştî, li bendê ye ku mizgîniya buhara azadiyê digel xwe bîne. Buhara îsal bo her yek ji parên Kurdistanê wateya taybet bi xwe heye, li Kurdiatana Bakûr buhara aştî û buhara gehiştin bi mafên zewtkirî ên gelê Kurd e, buhara peydakirina rêya dirust a xebatê ye, buhara yekgirtina gelê Kurd li ser formûlekî taybet e bona xebatê. Li Rojava buhara jidestdana destkewtan û buhara rastkirina şaşiyan e. Li Başûr buhara biryardan li ser çarenivîsa “gel”ekî çav li rê ye, buhara çareseriya kirîzan e. Li Kurdistana Rojhilat bixiroştir (bicoştir)e ji parên din ên Kurdistanê, jiber ku 14 milyon takên Kurd bona bidawîanîna bindestiyê, li benda pêngavên xebatkarê xwe ne ku, mizgîniya wê jî Newroza derbazbûyî hate dayîn. Lewra şiroveya bûyeran berî Newrozê û eva ku di Newroza îsal de çiqas ev xwastekên me wê cîbicî bibin, girîngiya xwe heye.

Kurdistana Bakûr

Sala derbazbûyî saleke pir ji nexweşî bû bo Kurdistana Bakûr, jiber ku di wê salê de ne tenê em pêngavekê jî li armancên xwe nêzîk nebûn, belkî dûrtir jî ketin. Niha ku Turkiye ber bi sîstem û destûreke nû ve diçe, çavaniya xebata Kurda di Kurdistana Bakûr de girîngiyek taybet bi xwe heye. Lê di vir de çend rastî hene, ew jî eva ye ku çareseriya aştiyane dikare gelê Kurd ji mafên xwe di Turkiyê nêzîk bike, û berevajî wê, dûrtir bike, û eva jî di sala derbazbûyî de hate selimandin.

Eva ku gerek ji her demekî zêdetir gelê me girîngiyê pê bide ev e ku, bi her awayekî be, careke din derfetê bo vê siyasetê biafirîne, jiber ku hekî bêt û xebata gelê Kurd di çarçoveya xebata Çep ên Turkiyê de bimîne, ne tenê xizmetê bi gelê Kurd nake, belkî zêdetir Kurd û Kurdistanê digel malwêranî û şer berbirû dike, û hevdem takên Kurd ji partiyên Turkan nêzîk dike.

Di vir de eva ku girîng e, xebata partiyên din ên Kurd e, wate partiyên ku cuda ji PKK siyasetê dimeşînin. Jiber ku hekî ew bikarin digel rewşa nû ya Turkiyê xwe biguncînin û nûneratiya beşek ji gelê Kurd li Bakûr bikin, wê bûyeran ber bi aqareke bêtir bibin. Rast e eva jî karek pir zehmet e, lê hekî mêtodên serdemiyane bona xebata xwe bigirne pêş, wê bikarin. Lewra xebata gelê Kurd li Bakûr, girêdayî ye bi xebata wan partiyên netewî ku potansiyêla xebata aştiyane hene, jiber ku her çi qas ew bihêz bin, xebata gelê me bi wî qasî wê berhemdar be, bo vê yekê jî gerek di hilbijartinê de gellek hewlê bidin.

Kurdisata Rojava

Li Kurdistana Rojava jî disan rewş girêdayî bi PKK ye, lê piştî hatineserkar ya Donald Trump, hevkêşeyên siyasî li herêmê bi aliyê Turkiyê de çûn û zêdetir jî wê herin. Hekî bêt û li Rojava guherînkarî nehên berçavgirtin, û her saza tekrewiyê bê lêxistin, gelê me nikare mifahê ji vê derfeta dîrokî bistîne. Eva ku di çend salên derbazbûyî de, li Rojava hukma takrewiyê hebûye, derfetek mezin jidest Kurdan çûye, jiber ku hekî siyaseta takrewiyê neba, pê diçû ku niha herêmeke federal weke herêma Kurdistanê li wir heba, û eva jî wê biba bingeha herifîna deshilata Beşar Esed.

Ez li ser vê baweriyê me ku niha jî sinaryoyek weha di holê de ye, jiber liv û tevgera hêza pêşmerge ya “Roj” û tirafîka dîplomasiya Barzanî-Turkiye- Amerîka bona avakirina vê pirojeyê, basa çêkirina binkeya leşkirî ya Amerîkayê li Kurdistana Rojava jî, belge ye bona selimandina vê rastiyê. Lê ez hêvî dikim ku ev piroje bi têçûyek kêm bo gelê Kurd bigehe encamê.

Kurdistana Başûr

Li Kurdistana Başûr rewş bi tewahî ciyawaz e, piştî vê ku çar salan berî niha hewla pêkanîna hikûmeta binkefirawan (çend hizbî) hate dayîn bona vê ku bêtir ber bi siyasetên nîtimanî ve herin, lê em niha bi zelalî dibînin ku têza han serkevtin bi dest neanî, belkî astengên zêde jî ji xwe bi cih hêlan, lewra di vê buharê de, û ji niha pêve çavnihêriya siyaseteke din tê kirin bona vê ku ber bi xweseriyê ve pêngavên zêdetir rakin. Niha mijarên herî girîng di Kurdistana Başûr de mijarên serxwebûn û kirîzên îdarî ne, lewra ragehandina serxwebûnê û çareserkirina kirîzan, hewcehî bi siyaseteke serkevtî li hundirê Kurdistanê heye, jiber ku herdu alî girêdayî bi kirîzên navxweyî ve ne.

Lê yek ji tehlûkeyên herî mezin û sereke li ser Kurdistana Başûr bitaybetî piştî DAÎŞ’ê, berbirûbûna digel hêzeke weke Heşda Şe’ibî ye, jiber ku Îranê piştî vê ku nekarî ji rêya destêwerdanên navxweyî ve armancên xwe bihingêve, ji vê hêzê mifahê distîne, lewra em çi qas ji pêngavên micit nêzîk dibin, bi wî qasî jî metirsî û tehlûke jî zêdetir dibin. Bona rêgiriya ji wan tehlûkeyan, serbarê hebûna siyaseta yekdengiya navxweyî, hewcehî bi alîkariya zilhêzan û bûn bi beşek ji hevkêşeyên siyasî ên herêmê heye, ku dijatiya Îranê dikin. Bi xweşî ve niha Kurdistan di alîkariyeke nêzîk digel îdareya Trump û Turkiye û beşek berçav ji welatên Kendawê de ye. Eva ku her takek Kurd çavnihêrî ji siyasteke serkevtî ji Kurdistana Başûr heye, vedigere bo vê yekê ku piştî Komara Kurdistanê, tu carî Kurd bi vî qasî ji biryardan bona çarenivîsa xwe nêzîk nebûye, lewra hêviya hatina buhara serxwebûnê dixwazin.

Kurdistana Rojhilat

Ev beşa Kurdistanê serbarê vê ku ji aliyê dujminê herî hov ê gelê Kurd ve hatiye dagîrkirin, hewcehî bi mandîbûna herî zêde heye, û hewla vê yekê dide ku li armancên xwe nêzîk bibe. Eva jî nemumkun nine, û belgeya herî sereke bo vê rastiyê jî, derketina vê hêviyê ye ku piştî Rasan a Rojhilat derketiye holê.

Niha bona vê ku em bibin xwediyê berhemeke diyarîkirî, çendîn pêngav hewce ne. Beşek ji wan pêngavan hatine avêtin, lê bona vê ku buhara îsal xwediyê bandora herî zêde be, pêngavên zêde li pêşiya me mane, ku gerek em bavêjin. Di despêkê de bihêzkirina Rasanê û dewlemendkirina vê ye bona vê ku em bikarin li bin barê giran yê berpirsatiya xwe bi başî derkevin. Bona vê yekê jî kongireya dahatî ya Hizba Demkrata Kurdistana Îranê pir girîng e, jiber ku PDKÎ rêberiya Rasanê dike û berhemdarbûna vê kongireyê hewcehiyek îroyî ye. Girîng e ku di vê kongireyê de hemû asteng bi başî bikevin ber bas û gotûbêjê, û bi awayekî zanistî û şoreşvanî kar bê kirin bona vê ku mîkanîzma hewce bona çareşeriya astengan bê dayîn, jiber ku tenê nasandin û baskirina bi berçav nikare alîkarê Rasanê be. Xala girîng ya hestyarbûna vê kongireyê karek weha dike ku, pir hewil bên dayîn ku ne tenê tu pêngavan ber bi paşve neçin, belkî bi ramanek serdemiyane û bi liberçavgirtina ezmûna derbazbûyî, rêya herî baş û biqazanc bigrin pêşiya xwe.

Eva dikare bandorê bixe ser hemû Kurdistana Rojhilat, rast e gellek hêz li Kurdistana Rojhilat xebatê dikin û qurbanî dane, û tu kes nikare wan liber çav negire, lê serkevtina dawiyê tenê di alîkariya hemû aliyan de ye. Lê rastî vê yekê dibêjin ku tu kes û aliyek nikare bandora PDKÎ di 71 salên derbazbûyî de înkar bike, belkî daynemoya xebatê ye li Kurdistana Rojhilat, wate bihêzbûna PDKÎ bihêzbûna şoreşê ye.

Lewra pêngavên vê partiyê gerek di bin ronahiya vê berpirsatiyê de be. Hekî bêt û di vê pêngavê de, wate di kongireyê de serkevtî be, ku hêviya me hemûyan e, dikare ji piroseyên nîştimanî ên weke Rasanê, weke “bere”, weke hikûmet û zagona dahatî ya Kurdistanê, weke berbirûbûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê, weke bûn bi beşek ji hevkêşeyên herêmî, gellek serkevtîtir ji berê pêngavan bavêje. Eva ku cihê girîngiyê ye, eva ye ku em bi awayekî nîştimanî ber bi Newrozê ve diçin, wate hemû alî di Newrozê de pişikdar in û her eva hêviyeke zêdetir çê dike ku, Newrozek hevbeş, buharek hevbeş, siyasetek hevbeş bona mijarên nîştimanî çê dike.

Tehlûke bi qasekî zêde li hev diçin, û ji cihekî ve tên, ew cih jî Komara terorîst a Îranê ye, lewra gereke em hemû bi hev re pêngavan bavêjin bona lewazkirina vê rejîmê û her aliyek li gorî şiyan û rêya hewce. Herweha hemû pêngavên hewce bona gehîştina bi armancan, hewcehî bi yekrêziya serdemiyane û mifahwergirtina ji derfet û potansiyêlan heye. Bi vê hêviyê ku hemû pêngavên hewce û rast bibin rastî, bi awayekî ku hekî Newroza îsal jî nebe, Newroza dahatî, Newroza neteweyek azad li Kurdistana azad de be.