Kurdistanmedia: Rojnamevan û pêşkêşkareke navdar a Lubnanê, li cem serdozgeriya vî welatî doz li dijî Hesen Nesrullah vekir.
Li gora nûçegihaniyan, Mariya Me`ilûf rojnamevan û pêşkêşkareke navdar a televîzyona Lubnanê ye, ku roja Înê bi dezgehên ragehandinê ragehandiye: Ew doz li dijî Nesrullah û her kesekî din e, ku lêkolîn biselimînin ku pêwendiya wan bi kuştara xelkê û îşkence û destdirêjiya zayendî û kuştina bikom li Sûriye, Yemen, Behrêyn û Îraqê de heye.
Wê rojnamevanê herwisa Nesrullah bi vê yekê tawanbar kiriye ku kêşeyên firqeyî û ayînî li Lubnan û Sûriye û Îraq û Yemenê de pêk tîne.
Ji aliyekî din ve Se`id El-herîrî serokwezîrê berê yê Lubnanê bi tundî rexne li kar û kiryarên Hizbullaha Lubnanê girtiye, ku palpiştiya rejîma Esed kiriye.
Navbirî di meha Remezan a sala 2016`an de ragehandibû ku Hizbullaha Lubnanê bi biryara axûndên ser bi rejîma Îranê kuştareke zaf li Sûriyê de encam dane, û rewşa siyasî ya Lubnanê ber bi aloziyê ve birine.
Dozvekirin û gilînameya Mariya Me`ilûf yekem gilînameya fermî û rasterast li dijî berpirsê giştî ê Hizbullaha Lubnanê ye.