• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-12-14 / 1396-09-23   

Bavê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

2017-04-04 / 1396/01/15 - 18:12 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Bavê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav ê navçeya Urmiyê û bavê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, êvariya roja 13`ê Xakelêweyê, Ebas Zencîrî kurê Hecî Salih û bavê pêşmergeyekî PDKÎ bi navê Selîm Zencîrî bi sedema nexweşiya penceşêrê di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazî Ebas Zencîrî sala 1324`an di malbateke kurdperwer a naskirî de, di gundê Balûlan a ser bi navçeya Tirgewer de ji dayîk bûye, û piştre li gundê Kanî Qizanê akincî dibe.

Navbirî kesayetiyekî welatparêz û naskirî ê bajarê Urmiyê bû. Di heyama salên borî de, bi vê sedemê ve ku kurê wî di nava refên PDKÎ de ye, çendîn carî ji aliyê îtila`ata rejîmê ve hate girtin û îşkencekirin, lê navbirî bo bistekê jî dudilî di hemberî rêbaza kurê xwe de ji xwe nîşan neda, û hemû demekê bi şanazî ve bas ji rêbaza PDKÎ dikir.

Termê xwedêjêrazî Ebas Zencîrî êvariya heman rojê di nava girseya xelkê navçeyê de, û di gundê Kanî Qizanê bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbata xwedêjêrazî, û xwe şirîkê xemên wan dizane, û sebr û tehemulê ji wan re bi hêvî dixwaze.

بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 315 Dî wê hejmarê de:

-Birca Babil
-Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
-Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê