• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-18 / 1396-08-27   

Semînara “roja şehîdên Kurdistanê” li Danmarkê bi rê ve çû

2017-04-09 / 1396/01/20 - 18:04 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Semînara “roja şehîdên Kurdistanê” li Danmarkê bi rê ve çû
Kurdistanmedia: Bi boneya 70`emîn salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, li bajarê Alborg a Danmarkê semînarek bi rê ve çû.

Bi boneya 70`emîn salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî roja Şemiyê 19`ê Xakelêweyê komîteya PDKÎ li navçeya Alborg a bakûra Danmarkê, semînarek bo Dr. Husên Xelîqî endamê pêşîn ê rêbertiya PDKÎ pêk anî, ku hejmarek ji Kurdên rûniştiyê vê deverê tê de beşdarî kirin.

Piştî ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, ji aliyê birêveberên semînarê ve, bixêrhatina mêhvanan hate kirin.

Piştre Dr. Xelîqî baseke girîng li ser kesayetiya Pêşewa Qazîmihemed, avakirin, û vegeşîna PDKÎ di heyameke kurt de, ragehandina Komara kurdistanê û rewşa wê demê, rûxana Hikûmeta Millî a Azerbaycanê, û bandora vê rûxanê li ser Komara Kurdistanê kir.

Birêveberê semînarê bi hûrî bas ji armanca mana Pêşewa Qazîmihemed digel xelkê Mehabadê û kerb û kîna dijmin di hemberî Kurd û serkomarê wê, anî ber bas, û ew yek şirove kir.

Herwisa di beşeke gotara xwe de, Dr. Xelîqî bas ji nebûna yekrêzî û hevhelwestiya Kurd di pêxema bidestxistina mafên xwe de kir, ku bi anîna komek mînakan, şîkirineke xisarnasane jê re kir.

Pêwîste bihê gotin ku bi vê boneyê ve mala Kurd li Alborgê peyamek bo semînarê şand.

Dawî beşa semînarê, pirsên beşdaran û bersiva axavtinvanê semînarê bû.

بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 313 Dî wê hejmarê de:

-Hevpeyvînek digel sekreterê giştî ê PDKÎ derheq stratejiya nû ya Amerîkayê di hemberî Îranê de
-Rewayiya çek û rewayiya xelkê
-Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din