Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Navxwe ya Îranê gef li ragehandinan xwar

15:32 - 22 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Navxwe ya rejîma Îranê bi weşandina daxuyaniyekê gef li wan ragehandinan xwar ku rexneyan li biryara dewletê digrin, derheq diyarîkirina şêweya munazireyan.

Selman Samanî berdevkê Wezareta Navxwe ragehand ku li gora biryara Komîsyona Çavdêriya Piropagendeyên Hilbijartinê, munazireyên hilbijartinan, wê destpêkê bêne zebtkirin (tomarkirin), piştre wê bêne belavkirin, lê gotûbêj, wê rasterast bêne belavkirin.

Ew biryara komîsyonê, bû sedema pêkhatina pêleke nerazîbûnê di nava ragehandinan û kesayetiyên nêzî “usulgerayan” bi taybetî kandîdan de, û gellek rexne li Rûhnî têne girtin, û tê gotin ku wî hewl da bi mifahwergirtina ji deshilata xwe pêşiya munazireyan bi awayê zindî bigre.

Lê Wezareta Navxwe ya welat ragehandiye ku tenê du kes ji endamên komîsyona pênc kesî ya çavdêriya bi ser hilbijartinan de nûnerê dewleta Rûhanî ne.

Wezareta Navxwe gef xwariye ku berdewmaiya rexnekirina biryara komîsyonê nahê qebûlkirin, û li dijî ewlehiya welat e.

Cuda ji nûçegihaniya Tesnîm ku nêzî Spaha Pasdaran e, nûçegihaniya Fars jî ku nêzî hêza Întizamî ye, di 24 demjimêrên derbazbûyî de, bi dehan nûçeyî, û raporan, li dijî biryara Komîsyona Çavdêriya Piropagendeyên Hilbijartinê de belav kirine.

Malpera Tabnak jî ragehandiye ku wan rapirsiyek di nav xelkê de encam dane, ku li gora vê rapirsiyê %92 ji xelkê daxwazkarê belavkirina rasterast ya munazireyan in.