Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdozgerê giştî berevaniyê ji fîlterînga pêwendiya bideng a Telegramê dike

14:55 - 23 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Serdozgerê giştî berevaniyê ji fîlterînga pêwendiya bideng a Telegramê dike, û di vê derheqê de ragehandiye ku hemû dezgehên Îtila’atî û ewlekariyê ên Îranê, vê “application” a Telegramê li dijî ewlehiya neteweyî dihesibînin, û aliyê kêm heya piştî hilbijartinan, wê ew biryar di cihê xwe de be.

Li gora rapora nûçegihaniya ISNA’yê Muntezirî Serdozgerê giştî ê rejîma Îranê, di gotûbêjekê de, bi televîzyona dewletî ya Îranê ragehand: “Sîstema pêwendiya bideng lêkolîn û behs li ser hate kirin, û hemû dezgehên Îtila’atî û emniyetî û întizamî, ragehandin ku ew sîstem li dijî ewlehiya navxweyî ya welat e”.

Li gora gotina navbirî, torên derveyî, ji vê rewşê mifaha herî zêde werdigrin, bona derbelêdana li Komara Îslamî ya Îranê. Herwisa me xwast ku em pêşiya têkdana silametiya hilbijartinan ji riya vê îmkana Telegramê ve bigrin.

Îmkana pêwendiya bideng ya Telegramê tenê du rojan, piştî çalakbûnê,bi biryara Dezgeha Dadwerî di roja 27’ê Xakelêweyê de hate sînordarkirin. Ew kiryar û biryara Dezgeha Dadweriyê nerazîbûna Elî Mutehirî û Mes’ûd Pizişkiyan du cihgirên serokê meclisê li pey xwe hebû, lê Husêyn Nicat cihgirê Saziya Îtila’ata Spaha Pasdaran berevanî kir ji fîlterînga pêwendiya bideng ya Telegramê,û got ku ew îmkana Telegramê, nahê kontrolkirin, û dikare bi zirara ewlehiya welat be.