Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma serkutkar a Îranê, gefan li malbatên pêşmergeyan dixwe

17:02 - 23 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Îdareya Îtila’at a rejîma Îranê li bajarê Pawe, ji riyên curbicur ve hewla bêhurmetîkirin û şikandina kesayetiya malbatên şehîdan, û pêşmergeyên Kurdistanê dide.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 2’ê Banemera sala 1396’an berpirsyarên Îdareya Îtila’ata rejîmê li bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê beşek ji malbatên pêşmerge û şehîdan vexwandine, û bi wan ragehandine ku, kur û keçên we, bila dev ji pêşmergatiyê bînin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, di vê derheqê de ragehandiye ku, berpirsyarên Îtila’atê gef li malbatên pêşmergeyan xwarine, ku hekî zarokên we, dev ji pêşmergatiyê bernedin, hûnê di ciyê wan de, bêne cezakirin.

Herwisa nûçegihanê malpera Kurdistanmedia bas ji vê jî kiriye ku berpirsyarên Îtila’ata rejîmê gellek bêhurmetî bi şehîd Dr. Qasimlo jî kirine.

Berpirsyarên navendên ewlehî û leşkerî ên rejîma Îranê li Kurdistanê berdewam ji riya dest û pêwendiyên xwe ve, û herwisa bi riya timayîbirina wan bi pere û bi gefxwarinan, zextê dixin ser malbatên kadr û pêşmergeyên PDKÎ da ku xortên wan, refên PDKÎ bi cih bihêlin.

Havîna sala borî jî, Îdareya Îtila’ata rejîmê li bajarê Pawe de, di torên civakî û li telegramê de, daxwaz ji xelkê Hewramanê kiribû ku li dijî pêşmergeyên PDKÎ karê casûsiyê bikin, û şûn û cihê pêşmergeyan di navçeyê de eşkere bikin û bi îtila’atê ragehînin.

Berpirsyarên rejîma Îranê piştî xebata nû ya Rojhilat û destpêka Rasanê berdewam ji riyên curbicur ve zextê dixin ser malbatên pêşmergeyan, û gefan li wan dixwen.