Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şarezayên siyasî: Rejîma Îranê pêgeh û nifûza xwe li Îraqê berfireh dike

15:38 - 24 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Piştî ku “Pasdar Mescidî” yê terorîst weke balyozê rejîma Îranê li Îraqê dest bi karê xwe kir, şarezayên rewşa siyasî ya Îraqê liser vê baweriyê ne ku, bi hatina Mescidî rejîma Îranê pêgeh û nifûza xwe li Îraqê berfirehtir dike.

Di vê derheqê de “Eyad El-Enaz” yê şarezayê rewşa siyasî ya Îraqê dibêje ku, rejîma Îranê piştî bidawîhatina şerê DAÎŞ’ê, û hebûna xwe ya leşkirî di Îraqê de, hewlê dide ku deshilata xwe ya ewlehî û aborî û siyasî, liser Îraqê zêdetir bike.

Eyad El-Enaz liser vê baweriyê ye ku, hilbijartina terorîst Mescidî weke balyozê rejîmê li Bexdayê, hilgirê peyameke eşkere ye ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, jiber ku Mescidî şêwirmendê Yekem a Qasim Silêmanê yê mezine terorîst e di karûbarên Îraqê de.

Navhatî herweka eşkere dike ku terorîst Îrec Mescidî, tevî girûpên ser bi rejîma Îranê, ên weke Keta’êb û Heşda Şe’bî û yên din, di têkilî de ye, û biryara dawiyê bona siyaset û liv û tevgerên wan dide.

Pasdar Îrec Mescidî di operasyonên leşkirî ên di Îraqê de roleke berçav dilîze, û xwediyê pitir ji 35 salan derbazbûya çalakiyên curbicur di Sipaha terorîst a Pasdarên rejîmê de ye, û di şerê di navbera Îran û Îraqê de jî, carekî li “Dizfûlê” hatiye birîndarkirin.

Pasdar Mescidî bi eşkere dibêje ku, dema em berevaniyê ji Îraqê dikin, di rastî de em berevaniyê ji ewlehî û sînorên Îranê dikin.