Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Wezîrê Enirjiyê: Rewşa Gola Urmiyê ne baş e

15:44 - 27 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Rehîm Meydanî Cihgirê Wezîrê Enirjiyê ragehandiye ku heft sal hewce ne heya rewşa gola Urmiyê baş be.

Li gora rapora nûçegihaniya Xwendekarên Îranê “ISNA”yê Cihgirê Wezîrê Enirjiyê bas ji xirabiya rewşa gola Urmiyê kiriye, û ragehandiye heya 7 salên din, hekî ava wê bigihîje 14 milyard metrên muke’eb, wê demê em dikarin bas ji başbûna rewşa gola Urmiyê bikin.

Ew gotinên navbirî di demekê de ne ku seroka Saziya Parastina Jîngehê Me’sûme Ibtikar ragehandibû tevî vê ku îsal baranbarîn kêm bû, lê Gola Urmiyê vejiyaye.

Li gora ragehanidna Naveda Vejiyandina Gola Urmiyê di roja 5’ê Banemerê de, asta ava gola Urmiyê hate têstkirin, û derket ku li çav sala borî 16 cm kêm bûye.

Di meha Rêbendana sala borî de, birêveberê ofîsa parêzgehê, ya navenda vejiyandina gola Urmiyê, ragehandibû ku tevî kêmiya barînê, di sala 1395`an de, teraza ava gola Urmiyê li gora sala berê, 12 cm zêde bûye.

Lê wê demê ofîsa bernamerêjiyê ya vê navendê dixwast ji meha Rezbera 1395`an heya Xermanana sala 1396`an, 40 cm ava gola Urmiyê zêde bike, lê tevî kêşeyan berbirû bû.

Axavtinên cur bi cur û dij bi yek, ên berpirsyarên pêwendîdar ên rejîmê, derheq vejiyandina gola Urmiyê, bûye sedema ku xelk zanyariyên rast dest wan nekevin, û êdî baweriyê bi ragehandin û daxuyaniyên wan nekin.

Ew yek bêserûberiyeke zaf û nakokiya zêde di nava wan berpirsyaran de nîşan dide, û bê guman di rewşeke bi vî rengî de, xelk nikare çavnihêrê başbûna ava gola Urmiyê be.

Gola Urmiyê ku duyemîn gola mezin ya şor di cîhanê de ye, bi sedema xemsariya rayedarên rejîma Îranê ketiye wê rojê de, û bi hişikbûna vê, jîngeha Urmiyê wê rastî nexweşiyên gellek metirsîdar bê, û dikare rewşa tendurustiya xelkê herêmê jî têk bide.