Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Urmiye û Bane peymana wefadariyê digel Rasan a Rojhelat hate nûkirin

15:41 - 28 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li herdu bajarên Urmiye û Bane, bi hildana Ala Kurdstanê û nivîsandina dirûşmên taybet, peymana wefadariyê digel Rasan a Rojhilat nû kirin.

Di vê derheqê de roja Pêncşemî berwarê 27’ê Nîsan a 2017’an, evîndarên rêbaza Demokrat li Dizê ya ser bi devera Mirgewer a Urmiyê, di doma çalakiyên 10’ê Xakelêwe ya îsal de, ku goristana Dizê ya Mirgewer û mezarê şehîdan bi Ala Sor û Ala Kurdistanê xemilandibûn, mezarê yek ji şehîdên xwe bi navê “Şehîd Mistefa Sitewet” naskirî bi “Şehîdê Şile” ku li zozanên “Berespiya” de bi axa pîroz a nîştiman hatiye sipartin, û heya heyva Duhem a Boharê di bin befrê de dimîne, bi Ala Sor a hêmaya xwîna şehîdan û Ala Kurdistanê xemilandin.

Hevdem “Zozanên Berespiyan” bi nivîsandina dirûşmên taybet bi piştevaniya ji Rasana Rojhilat û piştevaniya ji rêbaza Qasimlo û hemû şehîdên Hizba Demokrat, hate xemilandin.

Herweha li bajarê Bane endam û alîgirên rêbaza pîroz a PDKÎ Ala Pîroz a Kurdistanê hildan û bi nivîsandina dirûşm û çalakiyên berfireh ên teblîxatî û taybet bi Rasanê, piştevaniya xwe ji “Rasana Rojhilat” ducarî kirin.

Hevdem li gundê “Bilesen” a ser bi bajarê Banê jî, endam û alîgirên rêbaza Hizba Demokrat li bilindahiyek 100 metrî, Ala Pîroz a Kurdistanê hildan û bi vî rengê, Bilesen a delal jî tevlî karwanê piştevaniya ji Rasan a Rojhilat bû.