Kurdistanmedia: Ragehandinên Tirkiyê eşkere kirin ku hevwelatiyekî Îranî li bendera Zunguldaxê ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hate girtin.
Li gora nûçegihaniyan, polîs dest bi ser alavên du mûşekên dijîtank de jî girtine, ku wî hevwelatiyê Îranî dixwast bo cihekî din bişîne. Ew hevweltaiyê Îranî bi belemê ji Okraynê ve hatibû Tirkiyê.
Hêla bi tewahî nasnameya vî hevweltiyê girtî ê Îranî nehatiye eşkerekirin, û bas ji vê jî nehatiye kirin ku ew alavên leşkerî ên qaçax wê bo kuderê bihatibana birêkirin.
Bi sedema vê ku rejîma Îranê berdewam çek û cebilxaneyên ji bo girûpên terorîstî dişîne, û gellek caran jî berî vê ku ew çek bigihîjin cihê pêwîs, têne girtin, lewra gumana vê tê kirin ku ew bûyera jî, her pêwendiya wê bi rejîma Îranê û girûpên terorîstî ên girêdayî bi rejîma Îranê ve bin.