Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karwanê tehrîmên bi nav hilbijartinên serkomariyê hindî ku tê, bihêztir dibe

22:32 - 6 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Serbarê piropagende û hewlên çirr û berdewam ên seranên Komara Îslamî derheq germkirina hindî zêdetir ya tendûra hilbijartinan ku biryar e 29’ê Banemerê bi rê ve here, rêjeya wan aliyên ku vê şanogeriyê baykot dikin jî, roj bi rojê zêde û zêdetir dibe.

Roja 7’ê Banemerê (27’ê Nîsanê), şeş aliyên siyasî ên Rojhilata Kurdistanê, di daxuyaniyeke hevpar de hilbijartinên serkomariyê ya rejîma Îranê baykot kirin.

Piştî belavbûna vê daxuyaniya hevpar, ji bilî çalakên siyasî ên navxwe ên Rojhilata Kurdistanê û ên derveyî welat, çend aliyên din jî tevlî karwanê baykotkirinê bûn, û roja 15’ê Banemerê komek ji mamaostayên xwendingehên Kirmaşanê bi belavkirina daxuyaniyekê ragehandin, ku ew beşdariyê di hilbijartinê de nakin.

Xeynî aliyên Kurdistanî, roja 10’ê Banemerê jî beşek ji hozên navdar ên Belûçistanê ku beşek ji wan pêk tên ji: Berahûyî, Mihemed Hesenî, Elem Xan û Xodanûrxan, wekî aliyên siyasî ên Kurdistanê, tehrîma hilbijartinan bi helwesta xwe ya fermî ragehandin, û tevî baykota bi nav hilbijartinan di Îranê de ragehandin ku em xelkê Belûç, çi demekê li şanoya pêkenok ya bi nav hilbijartinan de beşdariyê nakin û xwîna şehîdên xwe ji bîr nakin.

Ji aliyekî din ve Kongireya Neteweyên Îrana Federal di daxuyaniyekê de rû li gelên belengaz ên Îranê, hilbijartinên serkomariyê û ên gund û bajaran baykot dikin.

Herwisa di vê çarçoveyê de girûpa “Itihad berayê dêmokrasî der Îranî” (Yekîtî bo demokrasiya di Îranê de), roja Înê 15’ê Banemera sala 1396’an di daxuyaniyekê de, hilbijartinên serkomariya rejîma Îranê wekî şano bi nav kir, û daxwaz ji hêzên demokrasîxwaz û çalakên siyasî kir, ku beşdariyê di hilbijartinan de nekin.