Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê birçî li Mînabê êrîş birin bo mewadên xwarinê yê demserveçûyî

15:14 - 9 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Di torên civakî de, vîdeoyek hatiye belavkirin ku nîşan dide, kamyoneke hilgirê mewadên xwarinê ên demserveçûyî dibe armanca êrîşa hejmarek ji xelkê birçî, û tê talankirin.

Di vê derhqê de, lîstikvanekî sînemayê bi navê Perwîz Perestûyî bi weşandina hinek beşên vê fîlmê di rûpela xwe ya Înistgramê de, nerehetiya xwe ji vê bûyerê nîşan dide.

Navbirî herwisa nivîsanidibû, di bajarê Mînabê de, berpirsyaran, kalayên qaçax birin ku binax kin, lê xelkê hejar û birçî hawara xwe bo vê xwarina demserveçûyî birin.

Lê berevajiyê vê nivîsa Perestûyî, ku dibêje ew “mewadên xwarin”ê, ên “qaçax” bûn, ku dest bi ser de hatibû girtin, navenda nûçegihanên Cewan, ser bi Saziya Deng û reng a Îranê, ew mewad wekî “mewadên xwarinê” ên demserveçûyî bi nav kirine.

Di meha Reşemeya derbazbûyî de, Perwîz Fetah serokê “Komîteya Îmdad a Xomêynî” ragehandibû ku nêzî 11 milyon kes di Îranê de li jêr xeta hejariyê de dijîn.