Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî leşkerî ê rejîma Îranê hate kuştin

15:46 - 10 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Yek ji berpirsyarên leşkerî ên rejîma Îranê li bajarê Banê de, ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê belav kirin, ku piledarekî wan, bi navê ostiwarê yekem Wehîd Morşidî ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Ew piledarê rejîmqa Îranê xelkê bajarê Qurwe bûye, û li burceka Sîrîn a henga sînorî ya bajarê Bane li Kurdistana Rojhilat hatiye kuştin.

Berpirsyarên rejîma Îranê bas ji vê kirine, ku navbirî li şerê digel girûpên dijber de hatiye kuştin, û gulleyek li serê wî ketiye.
Heya niha tu kes û aliyekî berpirsatiya vê êrîşê negirtiye stûyê xwe.