Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump ji Rûsiyê xwast ku Esed û Îranê bide sekinandin

15:17 - 11 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Koşka Spî ragehand ku Trump serkomarê vî welatî di hevdîtina bi Lawrof re li ser bidawîanîna kirîza Sûriyê pêdagirî kir, û ji Rûsiyê daxwaz kir ku hevsarê Beşar Esed û rejîma Îranê bikêşe.

Lawrof Wezîrê Karê Derve ê Rûsiyê, li ser alîkariya digel Trump bona cîbicîkirina lihevkirina navçeyên kêmkêşe di Sûriyê de, ku encama civîna Astane bû, pêdagirî kir, û ragehand ku hewldan bona gehandina alîkariyên dostane bo sivîlan heye.

Di civîna Astane de, Rûsiye, Tirkiye, û Îran li ser pêkanîna çar navçeyên kêmkêşe di Sûriyê de li hev kirin.

Di heman demê de Rûsiye amade nebû ku xişteyekê danê bo dema derketina ji Sûriyê, û di vê derheqê de Lawrof ragehand ku ewê hewl bidin di cihê xilasbûna ji destê şexsekî, terorîstan têk bişkînin.

Wî herwisa got ku Rêks Tîlirson Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê li ser destpêkirina gotûbêjên Sûriyê gotûbêj kiriye.

Amerîka ji destêwerdanên Îranê di nava karûbarê Sûriyê de nerazî ye, û heya niha berpirsyarên wî welatî berdewam bas ji vê kirine ku rejîma Îranê astenga herî serekî ye li ser riya cihgirbûna aştiyê di Sûriyê de.

Lê rejîma Îranê guh nade daxwazên civaka cîhanî, û jinavçûna rejîma Beşar Esed ji xwe re wekî xeta sor û têkçûna stratejiya xwe di herêmê de dibîne.