Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Qewlên rejîmê tenê bo dengwergirtinê ne

22:38 - 17 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ derheq baykota şanoya hilbijartinên rejîma Îranê ragehand qewl û sozên rejîmê tenê bo dengwergirtinê ne.

Navenda lêkolîna kanala Rudaw dîbeyteke bo şeş aliyên Rojhilata Kurdistanê li ser baykota hibijartinên rejîma Îranê pêk anî, û sedemên baykota hilbijartinan ji aliyê hizbên Rojhilat ve hatin gengeşekirin.

Li gora amaran, di yekem hilbijartina rejîma Îranê de, ku xelkê bo diyarîkirina qedera xwe deng dan, rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê %12 bûye. Piştyî paşekêşeya opozisyonê ji Kurdistanê, rêjeya beşdariyê dibe %40 û di gera sêyem de zêde dibe, û di serdema Refsencanî de, giha %58.

Piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî jî, bi sedema bandora gotara opozisyonê, rêjeya dengdanê kêm dibe.

Piştre %74 a xelkê deng dane Xatemî, û ew yek jî bi sedema gotara Îslahtelebiyê ve bû ji aliyê Xatemî ve.

Piştî bêhêvîbûna ji eniya Îslahtelebiyê, hevwelatiyên Kurdistanê %24 deng didin.

Du gotaran bandora xwe li ser daketina dengan hebûne, gotara opozisyonê û Îslahxwaziyê.

Mistefa Hicrî di beşeke din a axavtina xwe de, basê vê kir ku xelk piştî hilbijartinên serkomariyê di Îranê de tu hêviyeke wan bi qewlên rejîmê neman, û bo wan îsbat bû ku rejîm tenê bo rakêşana xelkê bo ser sinduqan diruşman dide.

Hicrî bas ji vê jî kir ku di vê gera hilbijartinan de, wate di gera 12’an de, xelk gihîştine vê qenaetê ku qewlên rejîmê vala ne, û digel vê jî di bingeh de, rejîmê bawerî bi piloralîzmê nine, û xelkê Kurd wekî hevwelatiyê pile 2 têne hesibandin.

Sekreterê giştî ê PDKÎ basê vê kiriye, ku rêberê Weliyê Feqîh bo xelkê diyarî dike ku xelk dengê xwe bidin, bi çi kandîdekê û heta rejîm diyarî dike ku çi bixwin û çi lixwe bikin.

Mistefa Hicrî herwisa basê vê kiriye ku rejîmê sê mehan berî niha diyarî kiriye ku berbijêr bas ji çi bikin, û ji dîtingeha rejîmê ve dengê xelkê bênirx e, û xelk hêjayî vê nînin siyasetê bo rejîmê diyarî bikin.